12 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şaredariya Riya Armûşê pêngava şaredariya pirzimanî

Şaredariya Riya Armûşê bi hişmendiya xizmeta gihiştî û wekhev di çerçoveya bernameyên 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de xizmetên xwe yên pirzimanî zêde dike. Di malpera şaredariyê ya fermî de ya ku “İpekyolu.bel.tr” xizmeta zimanê Kurdî hate zêde kirin ku welatî di zimanê dayîkên xwe de bigihine agahiyê

Rêveberiya  Şaredariya Riya Armûşê armanc dike ku di xizmetên giştî de gihandinê zêde bike û rêzgirtina curbicuriya Çandê xurtir bike. Ji ber wê çendê hêj mehên pêşî gavên ewil yên xizmetên pirzimanî hatibûn avêtin. Şaredariya Riya Armûşê di mehên ewilî de lewhe, pano û bîlbordên rê, parq û baxçeyan de li cem zimanê Tirkî zimanê Kurdî jî bikaranî bû. Şûn de 3yê Kanûnê Roja Astengdaran ya Cîhanê de hemû cihên xizmetan de Alfabeya Zimanê Nîşanî li panoyan ve deleqandibûn û ji bo rêveberî û xebatkarên xwe kursên Zimanê Nîşanî û Kurdî dabû destpêkirin. 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de jî ji bo gerînendeyên xwe perwerdeyên zimanê Kurdî da destpêkirin û diyarkir ku dê polên perwerdeya Zimanê Kurdî zêde bikin. Her wiha roja ziman de di bîlbordan de di her ziman de peyamên pîrozbahiya rojê parvekiribûn. Niha jî malpera webê de li cem zimanê Tirkî, zimanê Kurdî hate zêde kirin û xizmetên pirzimanî berfirehtir bûn. Bi tevahiya platformên medya civakî û malpera webê ya şaredariyê de dê parvekirin bi pirzimaniyê pêk bên û di xizmetan de wekhevî bê armanc kirin.

Di malpera webê de bi zêde kirina zimanê Kurdî re welatî êdî dikarin ku bi zimanê dayîkên xwe re bigihine bangewazî, projeyên şaredariyê, formen serlêdanê, berfirehiyên xizmetan û agahiyan. Şaredariya Riya Armûşê diyarkir ku projeyên wan yên pirzimanî bi malpera webê re bisînordar namîne û anîn ziman ku pêvajoya pêşerojê de dê bi zimanên curbicur xizmetan bidin.