19 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şamê êrişên li dijî Xiristiyanan zêde dibin

Peykerê Pawlosê Şandî ya li ber Dêra St. Paoul a li Şamê ji nişkave winda bû. Niştecihên nêzîk dêrê anîn ziman ku êrişên li dijî baweriyên cihê zêde bûne û ev yek wekî encama van êrişan nirxandin. Her wiha welatiyan bal kişand ser zêdebûna êrişên li dijî kêmar û komên olî û diyar kirin ku ewlehiya canê wan nemaye.

Li Sûriyeyê êrişên li dijî kêmar ango gelan û baweriyên cuda ku bi hatina Hikûmeta Demkî ya Şamê re zêde bûne, berdewam dikin. Peykerê Pawlosê Şandî ya li ber Dêra St. Paoul a li Şamê ji nişkave winda bû. Peyker kêliya veguherîna Pawlos bo Xiristiyaniyê piştî ku Mesîh li sûrên bajêr xuya bû nîşan dide. Sedema windabûna peykerê nayê zanîn yê niştecihên taxê destnîşankirin ku demên dawî êrişên li hemberî baweriyên cuda zêde bûne û ev cureyek ji van êrişan e. Welatiyan balkişand ser zêdebûna rêze êrişên sîstematîk ên ku sembolên olî yên Xiristiyan û deverên arkeolojîk ên li Şamê û ev agahî dan: “Demên dawî de peyker, xaç û kevirên goran ên aîdî Xiristiyana zêde bûne. Ev yek di nav civaka herêmî de fikaran li ser hedefgirtina berdewam a mîrateya Xiristiyan a bajêr nîşan dide.”

Welatiyan bi bîr xist ku di 22yê hezîrana 2025an de êrişkarekî xwekuj li dijî Dêra Ortodoks a Yewnanî Mar Elias a li Taxa Douilaa ya Şamê pêk hatiye û ev tişt gotin: “Zilamekî çekdar di dema Ayînê de êrişî dêrê kir û berî ku kembera xwe ya teqemenî biteqîne, gule li îbadetkaran reşand. Herî kêm 25 kes kuştin û zêdetirî 60 kesên din birîndar kirin. Êriş ji hêla komeke bi navê Saraya Ansar al-Sunna ve hat kirin. Her wiha, di destpêka Mijdara borî de li Dêra St. Cyril a li Taxa Qassaa ya Şamê jî êriş pêk hatibû û peykerê Meryema hatibû şikandin. Dêra St. Michael jî di destpêka vê mehê de hate şewitandin û zirare mezin gihişt dêrê. Peyamên gefxwarin û handana mezhebî yên derbarê hemû baweriyên cuda de li ser dîwarên kuçeyên Şamê dinivîse û ev yek ewlehiya can û malê kêmarên olî nahêle.

Li ser zêdebûna Xiristiyanan hefteya borî li ser banga dêran bi deh hezaran Xiristiyan daketibûn kolanan û êriş şermezar kiribûn. Her wiha di axaftinên di meşan de hatin kirin jî banga xweseriya siyasî ji bo hemû cudahiyên Sûriyê hatibû kirin.