12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li rojnameger Gok lêpirsîneke nû vekirin

Danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gok pêk hat. Di danişînê de derket holê ku lêpirsîneke nû li Gok vekirine.

Ji ber xebatên rojnamegeriyê û îfadeyên şahidê aşkere Umît Akbiyik, derheqê edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok de doz hatibû vekirin. Gok, bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” tê sûcdarkirin. Danişîna 5’emîn a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê pêk hat. Gok û parêzerê wî Resûl Temûr û Mehmet Emîn Aktar tev li danişînê bûn. Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, Serokê DÎSK Basin-Îş’ê Turgut Dedeoglû û endamên Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) jî danişîn şopandin.

Rojnameger Gok, bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û anî ziman ku ji ber qedexeya derketina derveyî welat nikare pîşeya xwe bike û wiha got: “Ji ber biryara qedexeya derketina derveyî welat, xwe weke girtî hîs dikim.” Gok, xwest kontrola edlî were rakirin û biryara beraetê were dayin. Parêzerên Gok jî heman daxwaz kirin. Dozger xwest ku tevdîra kontrola edlî bidome.

Şandeya dadgehê biryar dabû ku li şahidê nepen “CV23TY45UP78” were guhdarîkirin ku îdiaya “Li ser navê rêxistinên kar û xebatên çapemeniyê dike” dikir. Şandeyê, da zanîn ku bersiva muzekereyê nehatiye û bi hinceta “Ji bo dosya bi demê re venemîne” biryara xwe ya guhdarîkirina şahid betal kir.

Dadgehê biryar da ku qedexeya derketina derveyî welatî bidome. Dîsa biryar da ku xwe li benda dosyaya li Dadgeha Bilind di temyîzê de bihêlin. Dadgehê got ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê di sala 2024’an de derheqê Gok de lêpirsîneke nû vekiriye û xwest mînakeke wê ji dadgehê re were şandin. Heyetê danişîna dozê taloqî 30’ê çileya 2025’an kir.