Serokomarê Îranê Reîsî di 19’ê gulanê de di encama qezaya helîkopterê de mir. Tevî Reîsî wezîrê karê derve yê Îranê û heşt kesên din ên payebilind di heman qezayê de mirin. Gelek niqaş li ser vê qezayê çêbûn. Îranê bi israr da nîşandan ku qeza ji ber şert û mercê hewaya ne baş pêk hatiye. Lê her çiqasî rayedarên Îranê bûyerê wekî qezayeke ji rêzê nîşan bidin jî ev ne bûyereke ji rêzê ye.
Rastiyek heye, li Rojhilata Navîn tu bûyer ne jixweber û ne ji rêzê ne. Rêberê PKK’ê birêz Abdullah Ocalan di hevdîtîneke xwe de dianî ziman ku li girava Îmraliyê tu bûyer ne xwezayî ne. Her wiha diyar kir ku ger mirinek çêbe jî bi tu awayî dê ne xwezayî be. Çawa gefên ji bo birêz Abdullah Ocalan ji Suriyeyê derkeve ne ji rêzê bûn û di encama komployeke navdewletî de radestî Tirkiyeyê kirin, niha jî ne qezaya helîkoptera Reîsî ji rêzê ye û ne jî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ji rêzê ye.
Berî ku NATO, DYA û YE’yê hewl bidin teşe bidin Rojhilata Navîn xwestin birêz Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tesfiye bikin. Niha jî ji bo karê wan li rê biçe tecrîdê roj bi roj girantir dikin. Berî çend rojan aşkere bû ku rayedarên dewleta tirk 6 meh cezayê disîplînê li birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li wir birîne. Dewlet bi van cezayan dixwaze bêje ku tecrîd di çarçoveya hiqûqî de pêk tê. Jixwe wezîrê dadê digot ku tecrîd tune. Bi vî awayî dewlet di van demên krîtîk de naxwaze nêrîna Îmraliyê ji aliyê raya giştî ve were zanîn. Lê em dizanin heke ev tecrîd nebûya muhtemelen dê nîqaşên li ser bûyerên Rojhilata Navîn cudatir hatibûna meşandin.
Heke hevdîtin bi birêz Abdullah Ocalan re hatibûya kirin teqez dê li ser qezaya helîkoptera Reîsî nirxandin kiribûna. Bi salan berê Birêz Abdullah Ocalan anîbû ziman ku ne mirina Turgut Ozal ji rêzê ye û ne jî ketine helîkoptera Muhsîn Yazicioglu ji rêzê ye. Wekî din li ser rewşa dawî ya şerê Îsraîl-Hamas şîrove kiribûna. Berî 15-20 salan nirxandinên ku dikirin îro bi heman awayî didomin. Di hevdîtîneke xwe de dianî ziman ku heke Hamas nikaribe sivîlan biparêze naxwe çima her carê çend fuzeyan diavêje Îsraîlê. Hamasê di 7’ê cotmeha 2023’yan de êrîşeke berfireh bire ser Îsraîl û gelek jê sivîl bi hezaran kes kuştin, bi sedan kes jî dîl girtin. Piştre di encama êrîşên Îsraîlê de bi deh hezaran filîstînî hatin qetilkirin.
Hefteyek berê ji ber şerê tê meşandin dozgerê Dadgeha Lahey daxwaz kir ku Netenyahu û serokê Hamasê werin girtin. Her wiha xwestina girtina berpirsiyarê Tugayên Qessam û wezîrê şer ê Îsraîlê jî werin girtin. Dozger hem rayedarên Îsraîl sûcdar dikirin hem jî berpirsiyarên Hamasê sûcdar dikirin.
Ev biryar ji gelek aliyan ve bi erênî hat dîtin. Cara yekem e ku dadgeha navnetewî ya ku sûcê şer lêkolîn dike bi daxwazeke wisa re rû bi rû dimîne. Vê dadgehê herî zêde kesên ku li hemberî cihûyan sûcê şer û mirovahiyê pêk anîne darizandin û cezayê giran li wan birî. Niha heman dadgeh derbarê serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu de daxwaza girtinê radigihîne. Ev tiştek nû ye. Her çiqasî dewletên wekî Amerîka û Almanya bi her awayî piştgirî bidin Îsraîlê jî hemû dewlet bi heman awayî nafikirin. Gelek dewletan piştgiriya xwe ya vekirî paşve kişand. Tirkiye bi xwe jî mecbûr ma aşkere bike ku têkiliyên bazirganiyê kêm bike. Tê zanîn yek ji berpirsiyarên mîsogerkirina Îsraîlê jî Tirkiye ye. Lê bi awayê formalîte be jî rayedarên Tirkiyeyê aşkere kirin ku ew ê bazirganiya bi Îsraîlê re kêm bikin.
Balkêş e di demeke ku derbarê Netenyahu de daxwaza girtinê heye de Hamasê ji bajarekî din -Refah- êrîşeke giran li ser Îsraîlê pêk anî. Xeza ji ber êrîşên Îsraîlê hema bêje bûye kavil. Ew ne bes bû, niha jî Refah kete hedefa Îsraîlê. Berê êrîşan da vê derê. Berî çend rojan di encama êrîşa Îsraîlê de bi dehan sivîl hatin qetilkirin. Gelek bertek hatin nîşandan lê Îsraîl tîne ziman ku êrîşa yekem ji aliyê Hamasê ve hatiye destpêkirin. Û dibêje heya Hamas hebe ez ê êrîş bikim. Her cara ku Tirkiye yan jî Îsraîl ketine zorê, serî li bikaranîna Hamasê dane. Kîjan hêzan êrîşa 7’ê cotmehê teşwîq kiribe heman hêzan êrîşa berî çend rojan jî teşwîq kirin.
Îsraîlê bi hinceta êrîşa dawî komkujî li ser bajarê Refahê pêk anî. Muşek bi ser kampa penaberan de barandin. Ji ber komkujiyê gelek derdoran bertekên tund nîşan dan. Her wekî berê hinek hêzan piştgirî dan Îsraîlê. Di serî de DYA, Ukrayna û Azerbaycanê piştgirî da. DYA di her şert û mercî de parazvaniya Îsraîlê dike. Ukrayna niha li ser navê NATO bi Rûsyayê re şer dimeşîne. Azerbaycan jî li dijî Ermenistanê şer dimeşîne û alîgirê Îsraîlê ye. Dema têkiliya Azerbaycan û Îsraîl were nirxandin, ketina helîkoptera Reîsî zêdetir biguman dibe. Reîsî û Aliyev tev li merasîma vekirina bendavekê bûn. Di vegerê de helîkopter ket. Ev jî ne tesadufî ye. Di navbera Azerbaycan û Îranê de di demên dawî de nakokî zêde bûne. Yek ji dewletên sereke ku bixwaze Îran lewaz bibe Azerbaycan e.
Helîkoptera Reîsî çi ji aliyê hêzên derve ve hatibe xistin çi ji ber nakokiyên navxweyî (nifirên dayika wî, dida xuyakirin ku hinekan bi zanebûn ew kuştine) hatibe xistin jî di encamê de ne bûyerek ji rêzê û normal e. Di wan şert û mercên hewaya xerab de heke helîkopter rabûbe û ketibe dîsa jî tê wê wateyê ku tedbîr nehatine girtin. Heke erdnîgariya li ser tê jiyandin Rojhilata Navîn be pêwîst e her kitekit li ber çavan were girtin. Reîsî yek ji îdeolog û pratîsyenê pergala komara îslam a Îranê bû. Ji salên 1980’î heya îro di her astê de peywir girt. Lê di qezayeke biguman de dimire. Du helîkopterên pê re bi lez ji cihê bûyerê vedigerin û bi dehan saat piştre hêj nû gihiştin parçeyên helîkopterê. Ji aliyê Reîsî û alîgirên wî ve mirineke trajîk e.
Di dema ku Reîsî mirî de gelek mijarên girîng di rojevê de bûn:
-Hamasê pêşnûmeya agirbestê qebûl kiribû lê Îsraîl ev qebûl nedikir. Hêzên navneteweyî hewl didan bi Îsraîlê jî bidin qebûlkirin. Îran derveyî van hevdîtinan dihate girtin. Îran berovajî raya giştî ne agirbestê, ji binî tunekirina Îsraîlê dixwaze.
-Tirkiyê li ser Îraqê ferz dikir ku ji bo projeyên xet û riyên enerjiyê bi Tirkiyeyê re tev bigere. Her wiha dixwest li hemberî Tevgera Azdiya Kurdistanê vekirî li cem wê şer bike. Lê Îranê daxuyand ku heke Tirkiye dixwaze bibe şirîkê xetên enerjiyê pêwîst e di serî de bi wê re li hev bike.
-Tirkiyê ji bo Korîdora Bazirganiyê ya Zengezurê di nav liv û tevgerê de bû lê hêza sereke ya li dijî vê korîdorê Îran bû.
-Ji bo li hevkirina li ser kontrolkirina pêşvebirina enerjiya nukleerî Reîsî wekî asteng dihate dîtin.
-Îran her çiqasî yekeyek neketibe nav şerê li Rojhilata Navîn de jî, li her derê (Sûriye, Iraq, Yemen, Bahreyn, Lubnan) piştgirî dide hêzên milîs û ev hêzên milîs jî wekî xetereyeke mezin derdikevin pêşberî NATO û aligirên wê. Ango Îran ji gelek aliyan ve astengiyeke ji bo projeya hêzên hegemonîk.
-Di nava Îranê de dihate nirxandin ku Reîsî piştî Xamaney bibe ayetulahê sereke yê Îranê. Lê derdorên ji Reîsî nexweş bûn hebûn.
Ev sedem ji bo ku hewldaneke ku Reîsî ji hol were rakirin têr dikin. Di nav çend salên dawî de Amerîka û Îsraîlê gelek fermandar û rayedarên payebilind ên Îranê kuştin. Dibe ku di xistina helîkopterê de jî rista wan hebe. Niha ez nikarim vekirî bêjim wan kiriye yan nekiriye lê bandora wan teqez heye.
Amerîka di Afganistan û Pakistanê de xitimî, neçar ma vekişe. Lê bi vekişandina wê Talîban bû desthilat û niha rewşa wir ji berê xerabtir e. Îmaja Amerîka ya demokratîk û azadîxwaz(!) şikest. Ji ber wê naxwaze rewşeke din derkeve pêşberî wê. Her diçe krîza Rojhilata Navîn kurtir dibe û êdî hêzên din jî derdikevin holê. Kontrolkirina van hêzan ji berê zehmetir e. Ew jî dixwaze zûtir bigihêje encamê. Îsraîl bi liv û tevgera xwe ya bêberpirsiyar Amerîka jî dixe zorê. Amerîka jî dixwaze serwerî rewşê bibe û pûan qezenç bike. Mixabin ji ber Amerîka girîngiya sereke dide xetên enerjiyê nikare çareseriyeke mayînde jî pêk bîne. Tevlîhevî û alozî jî didome. Tecrîda li Îmraliyê, xistina helîkoptera Reîsî, şerê navbera Hamas-Îsraîlê, şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Azerbaycan-Ermenistan… hemû bi hev re têkildar in. Yek ji yekî nikare qut were destgirtin.