12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojhilata Navîn şer kûr dibe

Modernîteya kapîtalîst di pêvajoya têkçûnê de ye. Xwediyên pergala hegemon neçar li vê pêvajoyê temaşe dikin. Netew dewletên despotîk ên ji hila modernîteyê ve jî hatine avakirin, wekî tuleyên harbûyî êrîşî derdorê dikin

Pêvajoya Şerê 3’yemîn ê Cîhanê her diçe kûr dibe. Tevahiya welatên herêmê bi awayekê di nav şer de ne. Beşek van şeran jî wekî şerên nevxweyî dimeşe. Di encama van şeran û têkçûyîna aborî de bi deh milyonan kes axa xwe terk dikin û berê xwe didin welatên Ewropayê.

Bi sed hezaran kes di van şeran de bi hezaran jî di riyan de jiyana xwe ji dest didin. Trajediyek xedar li vê erdnîgariyê tê jiyîn. Sedema bingehîn a vê trajediyê jî bêguman îktîdarên destpotîk, nijadperest û olperest in. Ji demokrasî, mafên mirovan û mirovahiyê nesîb negirtin e.

Ji bo îktîdarê di destê xwe de bigirin hemû cureyên şidetê bikar tînin, talan, dizî û gendêliyê dikin û ol jî wekî alaveke veşartina vê qirêjiyê bikar tînin. Ev îktîdarên wekî şebekeya talan, dizî û şidetê qasî hamasetê dikin ew qas xwîna gelên Rojhilata Navîn dirije.

Tevahiya despot û dîktarorên Rojhilata Navîn li ser dijberiya Îsraîlê hewil didin, civakên xwe bi hestên olî bixapînin. Di rastiyê de jî hemû hevkar û xulamên Îsraîlê ne. Ne mimkûn e ku ji xizmeta Îsraîlê derkevin. Bi taybetî despotên Tirkiye û Îran bi awayê herî bêexlaq doza Filistînê bikar tînin.

Herî dawî di bûyerên 7’ê Cotmehê û şerê Filistîn-Îsraîlê de û hem jî di şerê herêmî yê Rojhilata Navîn de pêvajoyek nû da destpêkirin. Nêzî du hezar îsraîlî û li hemberî vê yekê zêdeyî çil hezar filistîniyan jiyana xwe ji dest da.

Tirkiye û Îran niha di aliyê aborî, civakî û siyasî de têk çûne. Ji bo têkçûyîna hundirîn veşêrin, cardin pêwistî bi bilindkirina hestên olperestî û nijadperestî hene. Ji bo vê doza Fillistînê bikar tînin. Lê mixabîn ev yek dibe sedema rijandina xwîna bi deh hezaran zarok, jin, pîr û kalên filistînî.

Qetilkirina filistîniyan xema Tirkiye û Îranê nîne. Ji bo wan amûrek ku pê îktîdara xwe biparêzin lazim e. Erdogan du roj berî niha zirta ku dê rojek Îsraîlê dagir bikin avêt. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîldan da rex Serokê Hamasê Îsmaîl Haniyye û şande Îranê.

Duh Îsmaîl Haniyye hate kuştin. Bêguman ev ji bo nîşandana hêza îstîxbarî, teknolojîk û siyasî ya Îsraîlê bûyerek gelek mezin û girîng bû. Di heman demê de ji bo despotên Tirkiye û Îranê jî hezîmetek mezin bû. Lê ne mimkûn e ku ev bûyer bêyî alîkariya îktîdarên despotîk ên Îran û Tirkiyeyê pêk bê.

Hamaney û Erdogan dê heta çend mehên din olperestiyê bikin û hewil bidin îktîdara xwe li ser xwîna filistîniyan bimeşînin. Îsraîl jî dê projeya xwe ya têkbirina doza Filistînê berdewam bike. Li hemberî komkujiyên Îsraîlê jî gelê filistînî dê têkoşîna azadiya xwe ya neteweyî bimeşîne.

Îsraîlê di heman demê de bi êrîşên hewayî li Libnan û Suriyeyê jî da. Di êrîşa li Libnanê de serleşkerê Hizbûllahê kuşt. Di êrîşa li Suriyeyê de jî berpirisyarê hêzên hewayî yê Îranê jiyana xwe ji dest da. Xuya ye Îsraîl bi xwe gelek bawer e.

Îktîdarên despotîk ên Tirkiye û Îranê bi xwe ve girêdane. DYA û hêzên din ên hegemonîk jî ev pêvajo erê kirine. Ji bilî çend rexneyan gavek na avêjin. Ji xwe tevahiya hêza îktîdarên despotîk ên misilman jî bi Îsraîlê nikare.

Ev şert û merc destûr didin ku Îsraîl bernameyên xwe yên demdirêj bi cih bînin. Ev jî riya kûrbûna şerê sêyemîn ê cîhanê ve dike. Ev şer dê bi xwe re gelek guherînan bîne. Lê rastiyek zelal heye. Ne hêzên hegemonîk, ne Îsraîl, ne îktîdarên despotîk ên tirk û fars nikarin çareseriyekê pêy da bikin. Ne jî Hamas bi hişmendiya xwe dikare doza Filistînê bibe serkeftinê.

Modernîteya kapîtalîst di pêvajoya têkçûnê de ye. Xwediyên pergalê yên hegemonî jî neçar li vê pêvajoyê temaşe dikin. Netew dewletên despotîk ên ji hila modernîteyê ve jî hatine avakirin, wekî tuleyên (kuçik) har bûyî êrîşî derdorê dikin. Lê hewtîna wan tenê bandorê li wan dike.

Qabiliyet û hêzek wan a çareserkirina pirsgirêkan nîne. Tekane çareserkirina pirsgirêkan paradîgmayek nû ye. Ev jî paradîgmaya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Ji bilî konfederalîzma demokratîk û neteweya demokratîk tu riyek çareseriya pirsgirêkên Rojhilat Navîn tune ye.

Ji bo wê ji her demê zêdetir divê ramanên Rêberê Gelan Ocalan bên dubare kirin û têkoşîna jiyanîkirina paradîgmaya wî bê dayîn. Xilasî, rizgarî û aramî di vir de ye. Nexwe ev şer dê tevahiya herêmê vegerîna goristanek mezin.