12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojhilat û Îranê bertekên li dijî darvekirinan zêde dibin

Malbatên 4 girtiyên ku ji bo înfazê sewqî Girtîgeha Qezalhasarê hatin kirin, li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kirin, li gelek bajaran gel daketin qadan

Welatiyên ku li gelek bajaran bi taybet li Îsfehan, Tehran, Kerec, Zahîdan û Meşhedê daketin qadan bi dirûşmên “Bimre dîktator”, “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin”, “Em ê feqîrî û buhabûnê bi bin bixin”, “Bimre îdam”, “Bimre Xamineyî” bi vêxistina agir li kolanan çalakî li dar xist.

Hêjayî gotinê ye ku 4 girtiyên bi navê Seîd Gravand, Şahab Gravand, Semad Gravand û Huseyîn Gravand ji bo bên îdamkirin sewqî Girtîgeha Qezalhasar a bajarê Karazê hatin kirin. Tê payîn ku girtiyên di hucreyên yek kesî de dê bên îdamkirin.

Piştî malbat hîn bûn ku girtî ji bo înfazê hatine şandin, hatin pêşiya girtîgehê û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.