15 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojava xebatên pêşxistina werzîşê

Bi hatina werza havînê û zêdebûna pileyên germahiyê re, avjengeh ji şêniyan re dibe cihê derbaskirina demên xweş. Di heman demê de, aliyên bi werzîşê re têkildar hewl didin ji vê rewşê sûdê bigirin û werzîş û avjeniyê li herêmê pêş bixin.

Bi hatina werza havînê re cihên avjenniyê ji bo şeniyan dibin cihê bihenvedanê. Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gelek cihên avjengeh hene ku ji şêniyan re dibe cihê  bihvedanê. Komîteya Lîstikên Takekesî ya Yekitiya Werzîşê ya kantona Cizîrê bernameyên taybet ên perwerdeya avjeniyê bi rêbazên nûjen ji bo zarokan daye destpêkirin. Komîteya Lîstikên Takekesî ya Yekitiya Werzîşê li ser esasê pêwistiyên civak perwerdeya avjeniyê daye destpêkirin, ji ber ku ev perwerdê ne tinê pêwistiyek demêki ye. Nexasim dema ku cihên ewle wekî hewz û avjengehên amadekirî hebin, ne wekî çem û golan ku avjenî tê de metirsîdar e û gelek rewşên xeniqînê tên tomarkirin.

Ji 2 salan ve Yekitiya Lîstikên Takekesî li ser plana avakirina avjenên xort û avakirina tîmeke avjeniyê ya fermî li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebite. Hanî Osman diyar kir ku Behreyên herî baş ji nav zarok û xortan hildibêjere, ezmûnan ji bo diyarkirina asta wan li dar dixe û turnuvayên xwecihî ji bo pêşxistina rikberiyê li dar dixe. Di plansaziya havîna îsal de turnuvayên vekirî ji bo hezkiriyên avjeniyê yên ji temenên cihêreng ê werin vekirin. Serokê Komîteya Avjeniyê ya Nivîsgeha Lîstikên Takekesî ya Yekitiya Werzîşê ya kantona Cizîrê Hanî Remedan got ku ev turnuva dê li avjengehên amadekirî û ewle werin lidarxistin û ew ê ji aliyê komîteyên pispor ve werin rêvebirin. Remedan diyar kir ku rêxistinkirina avjeniyê ji armancên sereke yên Yekitiya Werzîşê ye.