16 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojava perwerdeya bi 3 zimanan a îsal dest pê dike

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala nû ya perwerdeyê de wê 713 hezar û 554 xwendekar li 3 hezar û 647 dibistanan dest bi perwerdeyê bikin.

Sala perwerde û fêrkirinê ya 2025-2026an a li Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dê di 14ê îlonê de dest pê bike.

Li gorî agahiyên heyî dê îsal li 3 hezar û 647 dibistanan, dê 713 hezar û 554 xwendekar û 35 hezar û 513 mamoste dest bi perwerdeya sala nû bikin.

Di çarçoveya nûkirina mufredat û materyalên dibistanan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê milyonek pirtûk hatine çapkirin û her pirtûkek ji wana jî dê wekî 3 kopiyên cuda werin çapkirin. Herwiha pirtûk bi zimanê fermî yê heremê ango bi zimanê kurdî, erebî û suryanî hatine amadekirin.