20 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojava Kongreya Neteweyî ya Kurdî wê hefteya pêş bê lidarxistin

Kongreya neteweyî ya kurdî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê hefteya pêş bê lidarxistin.

Partî, hêz û rêxistinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyê kongreya neteweyî ya kurdî dikin. Kongrê dê hefteya bê were lidarxistin.

Çav li rê bû ku encamên dan û standinan û reşnivîsa yekitiya partî, hêz û rêxistinên kurdî di Newrozê de hatibana aşkerekirin, lê komîteya amadekar ji ber hin astengiyan eşkerekirina encamên dan û standinan taloq kiribû.

Li ser daxwaza gel; hêz, partî û rêxistinên siyasî yên kurdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser belgeya yekitiyê li hev kir.

Li gorî berpirsan, belgeya ku partî û hêzan li serê li hev kiriye, tekeziyê li ser avakirina komîteyekw ji bo gotûbêjkirina mafên gelê Kurd bi desthilata Şamê re, bidestxistina mafên Kurdan û tevlêkirina wan di destûra nû ya Sûriyeyê de dike.

16ê Adara îsal partiyên kurdî di civînekê de lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdî li Rojava, astengiyên li pêşiya yekrêziyê û lêkolînkirina belgeya siyasî ya ji encamên civînên berê yên di navbera aliyan de nîqaş kiribûn.