Ji saetên sibehê ve girseya gel berê xwe dan 5 qadên pîrozbahiyê. Jinan bi cil û bergên herêmî û hildana semol û wêneyên şehîdan û berzkirina dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” reng dan pîrozbahiyê. Pîrozbahî li Qada Newroz a taxa Hîmo ya bajarê Qamişlo, Stadyuma Beldî ya li bajarê Hesekê, Stadyuma Beledî ya li bajarê Reqayê, Qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê û Qada Newroz a herêma Şiqêf a Helebê pêk hat.
Bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Kedar ên Cîhanê bi hezaran jinên pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ên ji Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Hol, Erîşa, Kampa Waşokanî û Serêkaniyê li Stadyûma Beledî ya bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê kombûn û bi coş 8ê Adarê pîroz kirin.
Bi hezaran şêniyên Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs, Girkê Legê, Dêrik, Til Koçer û Tirbespiyê bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve” 8ê Adarê li qada gundê Hîmo yê bajarê Qamişloyê pîroz dikin.
Li Qada Newroz a li herêma Şiqêf a Helebê 8ê Adarê bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve” hat pîrozkirin.
Bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve” 8ê Adarê li Qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlam Ehmed axivî. Îlham Ehmed di destpê axaftina xwe de 8ê Adarê li hemû şehîdên şoreşê û şervanên di çeperên berxwedanê de pîroz kir. Îlham Ehmed bal kişand ku ew di pêvajoyeke dîrokî ku çarenûsa herêmê tê diyarkirin re derbas dibin û got; “Her gav, gotin û xebatek tê wateya diyarkirina pêşerojê. Eger em îro li vir kom bûne û 8ê Adarê pîroz dikin, ev bi saya kesên ku di vê oxirê de jiyana xwe dane û yên di çeperên şer de li ber xwe didin e.”