Şêniyên herêma Cizîrê li dijî êrişên dewleta tirk ku bi hevkariya PDK’ê li ser axa başûrê Kurdistanê, li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêk tîne, amadekariya ‘Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û îxanetê’ dikin.
Li gorî komîteya amadekar dê meş di 5`ê gulanê de bi dirûşma ‘Bi vîna gel û gerîla em ê dagirkerî û îxanetê têk bibin’ were lidarxistin.
Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mehsûm Hesen diyar kir ku ji ber xetereya planên li dijî gel ên dewleta tirk û hevkarên wê, pêwîstî bi meşê heye û got: “Ew planên qirêjî pêk tînin da ku vîna gelê me têk bibin û destkeftiyên me tune bikin.”
Mehsûm Hesen îşaret bi girîngiya xwedîderketina gelê li destkeftiyan kir û wiha got: “Heke gelê me nebe yekdest û ji hêza xwe ya leşkerî re nebe alîkar wê planên dagirker û qirkeran bigihêjin serî. Dijminên me planên mezin li dijî me saz dikin, mixabin hêzên ku bi navê kurdîtiyê bang dikin mîna PDK`ê, hevkariyê bi dijmin re dikin.”
Hesen bang li welatiyan kir û wiha got: “Banga me ji bo hemû kesên welatparêz û birûmet heye ku tev li Meşa Rûmetê bibin. Yên ku dixwazin xwedî li çand, ziman û şehîdên xwe derkevin bila tev li meşê bibin.”
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Qamişloyê Mesûd Dawûd jî daxuyand ku girîng e di meşê de helwest bê nîşandan û ev tişt got: “Divê gelê me bê helwest nemîne. Em bang li partiyên siyasî û saziyên li Rojava dikin ku li dijî êrişên qirkirinê rabin ser pêyan.”
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Suriyeyê Şêrhat Ehmed jî êrişên hevbeş ên dewleta tirk a dagirker û PDK’ê şermezar kirin û diyar kir ku bi piştgirîdayîna gerîlayên HPG û YJA-Starê ew ê li hember êrîşan rabin.
Şêrhat Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir ku tev li Meşa Rûmetê ya li dijî dagirkerî û îxanetê bibin.