Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Tirkiye di êrîşên xwe de komkujî pêk tîne. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, der barê êrîşên Tirkiyeyê de daxuyaniyek da û ragihand ku di encama êrîşa Tirkiyeyê ya Dêrikê de 29 şervanên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dane û 28 kes jî di êrîşan de birîndar bûne.
Ji ber şehadeta 29 şervanan Rêveberiya Xweser li seranserê herêmê 3 roj şîna neteweyî ragihand.