Li Rihayê, polisan bi ser mizgeftên ku 10 Dildarên Weqfa Fûrkanê ku xwestin li wan îttîkafê bikin de girtin û ew binçav kirin.
Piştî Edene û Dilôkê Dildarên Weqfa Fûrkanê xwestin li Rihayê jî îbadeta meha remezanê îttîkafê li mizgeftan bikin. Polisan duh li navçeya Karakopruyê bi ser Mizgefta Seyrantepe Tûgayê de girtin û 4 dildarên Fûrkanê binçav kirin. Îro jî polisan li navçeya Xelîliyeyê bi ser Mizgefta Ataşehîrê de girtin û 6 dildarên Fûrkanê binçav kirin.
Îttîkaf ew e ku oldarên misilman 10 rojê dawî yên meha remezanê bi îbadetê derbas dikin.
RIHA