Li taxa Çomlekçî ya navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê li mala malbata Uzun dengê çekan hat bihîstin. Li ser bihîstina deng leşker û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Tîmên tenduristiyê li hundirê malê ferq kirin ku Fîdda Uzun 24 salî hatiye kuştin.
Êrîşkar Ahmet Uzun li baxçeyê pişt mala xwe tevî amûra ku pê sûc kiriye hate binçavkirin. Hat ragihandin Uzun ê ku hat binçavkirin, li xwe mikur hatiye ku sûc kiriye.