Ziman nîşan û sembola kesayetî û netewetiyê ye. Nasname û paseporta mirovan e. Ziman yek ji wan elementan e ku têvilî û taybetiyên takekesî û civatî ji hevdu cuda dike. Nijad û rengê gelên cuda cuda derdixe holê. Ji ber van sedeman ziman mafê mirov ê herî xwezayî û rewa ye. Pêwîst e her kes bi zimanê xwe biaxive, bixwîne, binivîse û perwerde bibîne. Wate û naveroka têgeha ziman gelek berfireh e û tenê bi ziman ve nayê girêdan û tixûbkirin. Dîrok, civak, çand, wêje û tore hemû bi ziman ve girêdayî ne. Kesê ku bi zimanê xwe perwerde bibe, di van waran de bi pêş dikeve û dibe xwedî kesayetiyeke serbixwe. Ji xwe bawer e, xwe bextewar û serbilind dibîne, bi pêş dikeve û bi civaka xwe û yên biyanî re digunce. Zimanekî biyanî zû û baş fêr dibe. Rola xwe baş fêm dike û dikare ji kesan re bibe alîkar.
Ji ber van sedeman di sala 2000’î de UNESCO roja 21’ê meha sibatê li seranserê cîhanê Roja Zimanê Zikmakî diyar kir û xwest ku li hemû welatan ev roj were pîrozkirin û mafê zarokên kêmneteweyên li kîjan welat dibe bila bibe, divê bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û perwerde bibin. Ji wê rojê heta îro roja 21’ê adarê li gelek welatan tê pîrozkirin. Dewletên xwedî rejîmên demokratîk daxwaz û prensîbên ku ji aliyê UNESCO’yê ve hatine dîtin û pêşniyazkirin li welatê xwe pejirandin. Di dibistanên xwe de mafê perwerdeya zimanê zikmakî di pratîkê de bi kar tînin. Dîsa Yekitiya Ewropayê jî di qanûna xwe de, der barê zimanê zikmakî de sê xalên girîng qebûl kirin û ji dewletên endamên Yekitiya Ewropayê xwestin ku van sê xalan di pratîkê de pêk bînin:
- Ziman, mafê her welatî ye, mafekî herî rewa û xwezayî ye.
- Ziman, encama pirrengînî û wekheviya takekesî û civakî ye.
- Ziman, pirsa aştiyê ye û Yekitiya Ewropayê parçeyekî pêvajoya aştiyê ye.
Li Swêde ji derî zimanê swêdî li dibistanan ji 100 zimanî bêtir perwerdeya zimanê zikmakî heye. Ez dê di vê nivîsa kurt de, bi tenê bahsa pîrozkirina Roja 21’ê Sibatê, roja zimanê zikmakî bikim. Li hemû dibistanên swêdî mamosteyên swêdî hefteyek seranser li polên xwe hefteya zimanê zikmakî wek tema bi kar tînin. Li ser naverok û girîngiya zimanê zikmakî radiwestin. Şagirdên wan ên biyanî yên ku li polên wan hene, navê zimanê wan yek bi yek li texte dinivîsin. Şagirdên xwe yên biyanî di warê zimanê wan de didin axaftin û agahdarî ji wan digirin. Çend ziman di pola wan de hebe, bi wan zimanan çend hevok weke “rojbaş, tu bi xêr hatî, çawa yî, spas dikim, heval, roja zimanê dayikê…” li ser kartonan dinivîsin û bi dîwarê polê ve dizeliqînin. Her zarok li ser ziman û welatê xwe bi qasî çend deqîqeyan diaxive. Dîsa her zarok alaya xwe çêdike û direngîne. Alayan bi dîwar ve dikin. Ji welatên xwe wêneyên ku li gel wan hene, tînin û bi hevalên xwe yê polê nîşan didin. Bi zimanê xwe stranan dibêjin, helbestan dixwînin. Roja 21’ê sibatê her mamoste zarokên xwe dike rêzê û li bexçeyê dibisatnê kom dibin. Di destê her şagirdî de alaya wî/wê heye. Hemû zarokên dibistanê pol bi pol li nav sentrûma taxa xwe çend qor digerin û xelk li wan temaşe dike. Piştre diçin polên xwe û vê carê mamosteyên zimanê zikmakî yên ku li wê dibistanê dixebitin li pola xwe rûdinin. Mamoste bi şagirdên xwe ve diçin û zarok û mamosteyên swêdî di derheqê ziman û welatên wan de ji wan mamosteyên zimanê zikmakî pirsan dikin.
Armanca pîrozkirina hefteya zimanê zikmakî ew e ku demokrasiyê bi zarokan bidin hînkirin. Wekhevî û hevaltiyê xurt bikin, ferq nexin nav zarokên swêdî û biyanî. Li dijî dijmintiya biyaniyan rawestin.
Mixabin li welatên ku bi rejîmên teokratîk tên birêvebirin mafê perwerdeya zimanê zikmakî qedexe ye û heta xwestin sûc e. Li van welatan hîn îro jî polîtîkaya înkar, asîmîle û cezakirinê berdewam e. Ji wan welatan yek jê jî ziman û welatê me ye. Li welatê me hîn îro jî mafê zimanê zikmakî nayê naskirin, bi kurdî strangotin an bi telefonê axaftin li nav kolanê li ber çavên her kesî kurd tên kuştin.