Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, leşkerê peyade yê artêşa tirk ê bi navê Umît Kadîr bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hate angaştkirin ku Gokçek di encama krîza dil jiyana xwe ji dest daye û hate diyarkirin ku beriya 3 rojan ji Manîsayê hatiye Qişleya Selen a li navçeyê. Cenazeyê Gokçek şandin bajarê Erdexanê. Wê cenazeyê Gokçek li navçeya Zûrzûn bê veşartin.