Êrişên komên paramîlîter ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li Qoser a Mêrdînê ji hêla bi hezaran kesan ve bi meşekê hat protestokirin. Girseya ku li Qada Azadiyê kom bû, ji vir ber bi Parka Mehmet Sîncar ve meş li dar xist. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwadana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Rojava Rojhiat e Kurdistan yek welat e”, “Bijî berxwedana gelê kurd” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Di meşê de bi yekdengî sirûda “Çerxa Şoreşê” hat gotin. Ciwanan bi teqandina fîşekên hewayî piştgirî dan berxwedana li Helebê. Polîsan hewl dan hin welatiyan binçav bikin lê girseyê estûr neda. Meş, li Parka Mehmet Sîncar bi dawî bû û li vir daxuyanî hat dayin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Qoserê Halît Karahan di daxuyaniyê de got ku gelê kurd nîşanî hemû dinyayê da ku aştî û demokrasiyê dixwazin. Karahan, anî ziman ku gelên Rojava heta niha ji bilî parastina xwe tu kevirek jî ji kesekî re neavêtiye û got: “Di demekî tevahiya Sûriyeyê aloz de gelên Rojava di nava aramiyê de dijîn. Em li vir berxwedêrên Şexmaqsûd û Eşrefiyê silav dikin.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Nîhat Gokalp jî got: “Gelê me yê Rojava bi qehremanî li ber xwe dide. Yên bi serê dinyayê ve bûne bela, ji hêla ciwan û jinên kurd ve hatin tunekirin. Tevî vê jî hêzên emperyal naxwazin kurd li ser xaka xwe xwedî maf bin. Lêbelê gelê kurd bibiryar e û bedela wê çi jî be dê di vê sedsalê de azad bibin û bi ser kevin. Bila dost û dijmin her kes bizane ku em ê gelê xwe yê Rojava bi tenê nehêlin. Bila her kes bizane ku gelê kurd yek beden, yek nasname, yek ziman e. Bila dewleta Tirk bi destê DAIŞê negire. Banga me jui bo dewleta Tirk û birêz Erdogan ew e ku li gorî ruhê pêvajoyê tevbigerin.”
Endamê PMa DBPê Abdullah Yaman jî got ew helwesta DYA, Fransa û hemû hêzên kûrewî lanet dikin û ev tişt anî ziman: “Yên sedsal bi îdiaya ‘Dê Ermenistanê ava bikin’ û gelê Kurd reş dikir, îro jî bi derewa ‘Dê Îsraîla mezin ava bikin’ hewl didin qetilkirina gelê me rewa bikin. Ey mirovên nezan; em ê şaristaniya demokrasiyê ava bikin.”
Piştî daxuyaniyê, girseyê ber bi navenda navçeyê ve meş da destpêkirin. Ciwanên ku ji ewil meşiyan ber deriyê Şaredariya Qoserê, bang kir ku Zeynî Îpek ê DEM Partiyê îxrac kiribû îstîfa bike. Ciwanên ku li qada Newrozê û Cadeya Nexweşxaneyê meşa xwe domand, derbasî Cadeya Mêrdînê bûn. Polîsan êrişî ciwanan kir û xwestin 3 ciwanan binçav bikin. Lê ciwanan wesayîtên binçavkirinê dorpêç kirin û her sê ciwan ji nav lepên polîsan derxistin. Piştre jî girse li hemû kolanên bajar belav bû, dirûşm berz kir û xwestin her kes di mijara Rojava xwedî helwest be.
Rêxistina DEM Partiyê ya Osmaniyeyê jî têkildarî êrişan daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya rêxistinê hat dayin û gelek kes tev li bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Navendî Sevgî Aydin û rêveberê DEM Partiyê yê Osmaniyeyê Muslum Çagan axivîn û êriş şermezar kirin.
Di axaftinan de hate gotin ku sivîl bi zanebûn hedef hatiye girtin, mafê jiyanê hatiye binpêkirin û bi zanebûn taxên kurdan veguherandine qadên şer. Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û hemû aktoran hate kirin ku berpirsyartiyê li xwe bigirin û êrişan bidin sekinandin. Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” bi dawî bû.
