28 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Qeredaxê zevî şewitî

Li Silêmaniyê ji ber şewatê li gundên Baxan û Caferanî yên ser bi bajarokê Qeredaxê, zêdetirî 10 donim zevî şewitî.

Rêveberiya Polîsan a Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li sînorê gundên Baxan û Caferanî yên ser bi bajarokê Qeredax ya ser bi Silêmaniyê, zêdetirî 10 donim zevî ku di nav de rez û daristan jî hebûn, şewitiye. Hate gotin ku agir ji aliyên tîmê Parastina Jîngehê ya Qeredax û bi hevkariya welatiyan û niştecihên gund hatiye kontrolkirin. Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê da zanîn ku derbarê sedema şewatê de, lêkolîn hatiye destpêkirin.