Li gor nûçeya ANHAyê teqîna yekemîn li qata jorîn a avahiyekê çêbûye, lê heta niha sedemên wê nehatine zanîn. Li jêra heman avahiyê jî depoyeke sotemeniyê teqiya. Ji ber teqînan şewat derket.
Ekîpên agirkujiyê yekser berî dan cihê bûyerê. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî derdora avahiyê dorpêç kir û lêkolîn dan destpêkirin.
Li gorî şahidên bûyerê, beriya teqîna yekemîn dengeke mîna pîspîka trafîkê an ketina topekê derketiye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn heya niha der barê sedemên teqînan de tu agahî nedane.