Bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP, bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê ber bi gundên Kobanê bi dirûşma “Şoreşa Rojava hêj jî hêviyê dide gelan” meş hate destpêkirin.
Girseya gel bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Pirsûsê li hev civiya û li taxa gundê Kobanê ya Pirsûsê ya li hemberî Kobanê ye bi pîrozbahiyê berxwedan silav kir.
Girseya gel li nêzî taxê kom bû bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Kobanê nakeve, nakeve”, “Her der Kobanê her der berxwedan” meşiyan. Di meşa ku pankarta “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz be” hat vekirin de gelek caran çepik û tilîlî hatin dayîn. Piştî meşê girseyê daxuyanî da çapemeniyê.
Hevserokê DEM’ê yê bajarê Rihayê Bekîr Karakeçîlî Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û got, “Şoreşa Kobanê şoreşa jinê ye. Berdêlên mezin hatin dayîn. Ji bo jiyaneke wekhev û azad têkoşîneke mezin pêk hat. DAIŞ têk çû, lê bi êrîşan Kobanê neket û nakeve.”
Kobanê berxwedana me ye
Parlamenterê DEM’ê yê Rihayê Ferît Şenyaşar berxwedana 135 rojan a li Kobanê bi bîr xist û got, “Berxwedana 7 heta 70 salî bû. Berxwedana Kobanê berxwedana me ye. Em kesên ku rûmeta mirovahiyê ya mezin diparêzin ji vir silav dikin. Kobanê ji bo DAIŞ’ê bû gor, ji bo hemû gelan bû hêvî.”
‘Kobanê berxwedan e’
Endama Meclisa (PM) ya DEM partiyê Beycan Taşkiran jî got, “Em Kobanê silav dikin. Em silavan ji kesên ku ji bo jiyaneke wekhev têdikoşîn re dişînin. Li vir em 33 rêwiyên xeyalan ên li Kobanê ber bi jiyaneke nû ve ketin rê, bi bîr tînin. Çi bikin bila bikin, wê nikaribin me ji nirxên me dûr bixin.”
Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Jin jîyan azadî” û sirûdên berxwedanê bi dawî bû.