12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Peyasê Zarokistan hat vekirin

Li navçeya Peyasê Zarokistan hat vekirin ku dê gelek atolyeyên cuda yên pirzimanî lê bên lidarxistin.

Li navçeya Peyasê ya Amedê Zarokistan hate vekirin. Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, rêveberên Komeleya Ziman Çand û Lêkolînê ya Mezopotamyayê (MED DER), Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), gelek kes û malbat tev li vekirinê bûn.

Hevşaredar Sîncar anî ziman ku ew saziyên ji hêla qeyûman ve hatine girtin dîsa vedikin û wiha domand: “Em hewl didin li gorî daxwazên gel tevbigerin. Dê ev xebatên me bidomin.”

Piştî axaftinan, beşdar li Zarokistanê geriyan.

Li Zarokistanê dê ji bo zarokên temenê wan di navbera 3-4 salî de atolyeyên muzîkê, fen, xweza û ekolojiyê bên lidarxistin. Atolye dê bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî û tirkî bin. Kapasîteya Zarokistanê ji bo 40 kesa ye, 2 polên wê hene û odeyên lîstik û xewê jî hene.