1 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dê li Peyasê Festîvala Çand û Keda Jinan pêk bê

2yem Festîvala Çandê û Parvekirina Keda Jinan a Peyasê ya jî aliyê Şaredariya Peyasê ve tê li darixtin dê di navbera 3-4 û 5ê cotmehê li Park Ormanê pêk were.

Şaredariya Peyasê bi hevkariya Sanatça Organîzasyonê, bi armanca xurtkirina keda jinan, teşwîqkirina hilberînê, hevgirtin û piştgiriya civakî, bi dirûşma “Em bi Ked û Çanda xwe Piştgiriyê Xurt Dikin” amadekariya festîvalekê dike. 2yem Festîvala Çandê û Parvekirina Keda Jinan a Peyasê ku ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ve tê organîzekirin, dê di 3-4-5ê cotmehê de li Park Ormanê pêk were.

Di festîvalê de jin dê berhemên bi destan, çand, huner û hilberînên xwe nîşan bidin û bifiroşin. Di çar rojên şahiyê de, dê berhemên xwe bi mêvanan re parve bikin.

Bernameya festîvalê bi çalakiyên cihêreng hatiye dewlemendkirin. Gerînendetiya Karên Çand û Civakî jî dê konser, şano û çalakiyên hunerî organize bike. Her wiha, Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê jî ji bo zarokan parkûrên lîstikê amade dike û çalakiyek sporê li dar bixe.

Ev şahiya taybet ku bi standên rengîn, çalakiyên hunerî û aktîvîteyên cihêreng ji her temenî re vekiriye, tê armanckirin ku balê bikişîne ser keda jinan a li herêmê.

Rayedarên Şaredariyê hemû gel dawetî Park Ormanê dikin da ku piştgiriyê bidin keda jinan û bi coşeke xûrt beşdarî festîvalê bibin.

Festîval dê di 3-5ê cotmeha 2025an de pêk bê, bernameya wê wiha ye:

 Çalakiyên Çandî

Di her sê rojan de jî konser wê bên dayîn û bername wiha ye:

Roja 1emîn:  Sorjiyan (Konser) û Koma Forklorê ya Jin a Peyasê

Roja 2yemîn:  Dilniya Xan (Konser/Soranî)

Roja 3yemîn:  Beser Şahîn (Konser)

Standên Piştgiriya Keda Jinan 

Standên ku bêne vekirin, van berheman wê tê de cih bigirin: Cilûberg, Tekstîla Malan, Çente, Panç, Berhemên Gundan ên Xwezayî, Turşî/Rîçal/Konserve, Rîwekên Tibbî û Aromatîk û Xwarinên Malan.

Çalakiyên Sporê 

Ji bo zarokan jî amadekariyên hatine kirin wiha ye: Lîstika Nepixandî, Malok, Basketbol, Fûtbol, Voleybol, Tenîsa Maseyê û Trambolîn-Dart (Nîşan girtin).