12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li pêşiya me tofan heye!

Di 1598’an de Con O’Neillê welatparêz ku hemû jiyana wî bi têkoşîna li dijî kolonyalîzma îngilîzan derbas bûbû, di ber sikratê de van şîretan li kurê xwe dike:

“Eger zarokên min fêrî îngilîzî bibin, genim bajon an li Ulsterê xanî çêbikin, ez ê heqê xwe li wan helal nekim. Dema bi vî zimanî biaxivin, wê serê wan tevlihev bibe; dema genim bajon wê bêtir ji eslê xwe dûr bikevin û dema xanî çêbikin, wê di mala xwe de wekî xelkê bi îngilîzî diaxive bijîn. Bi vî awayî, ew ê bibin sebeb ku hêlîna wan ji aliyê bazekî ve bê hilweşandin.”

Zarokên Con O‘Neill, ji bo bi gotina bavê xwe bikin, çi ji dest hat kirin lê nifşê li dû wan hat bi gotina pêşiyên xwe nekirin. Nifşên nû bi bayê bezê fêrî îngilîzî bûn, dest bi çandiniya ji bo bazarê kirin û paşê li bajarên îngilîzîaxêvan bûn xwedî xanî. Ew fêrî zimanê îngilîzî bûn û di  meseleya ziman de li gorî pêdiviya jiyana modern tevgeriyan. Nifşên modern, siyaseta rizgariya neteweyî bi îngilîzî meşandin û bi têkoşîneke dijwar dagirkerên brîtanî ji welatê xwe qewirandin.

Tam di vê nuqteyê de divê em vê pirsa krîtîk bikin: Têkoşîneke li dijî dagirkerekî çawa dikare bi zimanê vî dagirkerî bê meşandin û ji vê jî wêdetir, ev têkoşîn çawa dikare bigihîje encamê?

Bersiva vê pirsê di dîroka realîteya Îrlandayê de veşartî ye. Nasnameya etnîk a Îrlandaya serhildêr, li ser 4 stûnên zexm hatibû damezrandin: Dîrokeke hevpar a kevn a xwedî gelek berhemên nivîskî, çandeke hevpar ku bi hilberîna berhemên edebî û hunerî her zindî hatibû hiştin, dêra katolîk û zimanê îrlandî.

Paşê, zimanê bêşens ji ber polîtîkayên giran ên asîmîlasyonê şikest û nasnameya neteweyî ma li ser sê stûnan. Faktoreke din a alîkariyê li zindîbûna nasnameyê dikir, pozîsyona cografîk a welêt bû. Îrlanda giravek e û lewma xwedî sînorên cografîk e. Ev jî derfetên înkarkirin û tunekirina nasnameya welêt ji destpêkê ve pûç dike. Lewma digel hilweşîna stûna ziman, her sê stûnên din û taybetiya cografîk kir ku nasnameya neteweyî ya vî welatî li ser piya bimîne. Lewma siyaseta giravê, bi saya vê rastiyê dikarîbû kolonyalîzma îngilîzî bi zimanê îngilîzî têk bibe.

Madem li Îrlandayê rewş wiha ye, gelo li bakurê Kurdistanê têkoşîna gelê kurd nikare bi tirkî bê meşandin?

Dema mirov her du kontekstan bide ber hev, bi hêsanî bersiva vê pirsê diyar dibe. Em nikarin qala dîrokeke xwe ya ku berhemeke wê hîn li ser piya ye bikin. Ji bilî vê, ne edebiyat û medyayeke me ya ku bi girseyî bê şopandin heye û ne sînorekî cografîk di navbera me û efendiyê me yê dagirker de heye. Her wiha, ne oleke me ya cuda û ne jî saziyeke me ye polîtîk heye ku di dîrokê de gel di bin banê xwe de kom kiribe. Lewma, ji bo nasnameya neteweyî ya kurdan yek stûnek tenê dimîne ku ew jî ziman e. Eger ziman jî ji dest biçe, êdî tu tiştekî din ku bikaribe kurdîtiyê wekî neteweyekê li ser piya bigire namîne.

Niha kurdî ku tekane sermiyana me ya neteweyî ye, bi lezeke pir mezin hildiweşe. Lewma, çawa ku li Îrlandayê jî pêk hat û zimanê qedîm ê welêt xist ber sikratê, li pêşiya me jî tofanek heye!