12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li pêşiya Îran û Kurdistanê çi heye?

Ji dema ku hikûmeta J. Biden hatiye ser kar bi C.Î. Îranê û êrîşên Sepahê Pasdaran re xwedî siyasetek nerm û bêbersiv bûye. Di saleke borî de USA ne tenê gelekî rê li Îranê vekirî hiştin, deriyên dorpêça aborî jî ji wan re vekirî hiştin.

Sêşemê piştî nîvro, Amerîka hejmareke zêde ji karmendên balyozxaneya xwe ya li bajarê Bexdayê derxistin. Belkî ew ber bi Kurdistanê anîne, lê carê cih nediyare û girîng jî terkandina wan. Di karekî wiha de gelek peyamên siyasî hene û Îran û Îranî xistine nava tirseke mezin. Vê yekê kar û biryarên dîplomatkarên îranî li dijî berjewendiyên Amerîka li Rojhilata Navîn rastî gumanên mezin yên civakê anîne. An jî baştire bêjin vê yekê hîn rewş aloztir kiriye. Ji dema ku hikûmeta J. Biden hatiye ser kar bi C.Î. Îranê û êrîşên Sepahê Pasdaran re xwedî siyasetek nerm û bêbersiv bûye. Di saleke derbasbûyî de USA ne tenê gelekî rê li Îranê vekirî hiştin, herwiha deriyên dorpêça aborî jî ji wan re vekirî hiştin û ji hêla din jî çend milyard dolar perê wan yên blokekirî li wan vegerandin. Sedemeke mezin a şerê 7’ê cotmeha sala derbasbûyî li dijî Îsraîl ew îmkanên madî-siyasî bûn ku Amerîka dane komara sêdarê ya Îranê. Ji ber ku pareke mezin a wî diravî ji Hamas, Hizbulah, Husiyên Yemenê û rêxistinên din yên îslamî re tê dayîn ku şerê dijberên wan bikin. Bi vê re ye ku em rihet dikarin bêjin: “Serê marê kor û jehrdar li Tehranê ye.” Dema ev gotina watedar tê neyankirin hingî ev axaftina Xumeynî tê bîra me ku li sala 1979’an wiha qêriyabû: “Ji vir û şûnde em ê li cihê petrolê şoreşa îslamî bifiroşin.”

Nûçeyeke din jî ku berî çend saetan belav bûye ev e; Ajansa Reutersê ragihand ku yê di saetên pêş de bûyerên girîng li Rojhilata Navîn biqewimin.”

Dema ajansên naskirî yên cihanê nûçeyên wiha belav dikin, desthilat li Tehranê dikeve nava kûrahiya tevlîheviyên mezin. Ji sê rojên berê ku sê leşkerên amerîkî li Urdunê hatine kuştin û 34 kes birîndar bûne, bi awayekî berdewam rayedarên Îranê daxuyaniyan belav dikin. Ew didin diyarkirin ku “haya me ji wê êrîşê nîne.” Lê pir aşkera ye ku derewan dikin û zelale ku Îran weke rejîmeke totalîter li pişta van kiryarên terorîstî li: Îsraîl, Urdun, Iraq, Kurdistan, Sûriye, Libnan, Yemen û hinek welatên din yên cihanê ye.

Êrîşên li ser Hewlêrê!

Ji sala 2003’an û şûnde ku dawî bi desthilata Sedam Huseyînê cinayetkar hat, di avakirina hikûmeta nû de li Iraqê Kurd xwedî rolekî sereke bûne. Ev ne bi dilê Îran û Tirkiyeyê bû. Ji ber ku agahdarî dîroka azadîxwaziya kurdên başûr û bedîlên wan ên giran nebûn. Ji hêla din jî guherandin di rewşa siyasî ya kurdên pareke Kurdistanê li rewşa siyasî-aborî û civakî a kurdên parçeyên din xwedî bandor e. Îranê bi hemû îmkanên xwe ji salên 90’an û pêde dema ku başûrê Kurdistanê kete bin desthilata kurdan gelek hewldanên mezin dane ku li dijî desthilata kurdan hem şerê çekdarî bike û hem jî bi belavkirina madeyên hişber û belavkirina rêbazên bêexlaqane civakê bişêwîne. Lê saziyên asayîşê li başûr ew rê nedane Îranê û berevajî herêmên din yên Iraqê li Kurdistanê ew siyaseta wan bi ser neket. Hêz û hebûna asayîşa li Başûr bûne sedema pêşkeftinên siyasî-aborî li Başûr. Standarda jiyanê ji ya gelên welatên cîran û heta erebên Iraqê jî baştir û heta kar wisa zêde bû ku li welatên cîran hezaran karker ber bi başûrê Kurdistanê hatin. Biqasî ku pêwîst bû îmkanên aborî li Başûr çêbûn û avedanî li bajar û gundan kete ber çavên dewletên dagirker. Îran pir xebitî ku bi rêya dewleta navendî ya Îranê van pêşkeftinan bisekinîne, lê dîsa jî bi ser neket. Ji sala 2023’an û pêde Îranê di gelek waran de bandora xwe li ser Bexdayê çêkir. Bi çêbûna şerê Hamas û Îsraîlê re aliyên kurd alîgirên aştiyê û dijberiya bi kiryarên terorîstî re bûn. Vê yekê kîna îraniyan li dijî kurdan zêdetir kir. Ji hêla din jî siyaseta wan a li dijî hebûna partî û rêxistinên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê ku di nava sinorên başûrê Kurdistanê de ne, naçe serî. Di şerê bi Îsraîlê re tenê navê wan weke dewleteke terorîst û totalîter kete nava raya giştî a cihanê. Wan nedikarî bi awayekî rasterast şerê artêşa Îsraîlê.

Îdamkirina 4 girtiyên siyasî

Ji sala 1978’an heya niha li hemû Îranê ji seî 50 girtiyên siyasî kurd bûne. Piraniya kesên hatine îdamkirin şoreşgerên kurd bûne. Herî dawiyê jî 4 ciwanên kurd li girtîgeha Qizil Hesar a li bajarê Kerec bi tawana sîxuriya ji Îsraîlê re hatin îdamkirin. Bi Îsraîlê nikarin tolê ji kurdan hilînin.

Kesên bêşeref ku partiyên Kurdistanê weke terorîst û kurdan bi cudaxwaz bi nav dikin tenê ji Komara Îslamî a îdamê re propagandê dikin. Ew jî şirîkên îdamkirina zarokên Kurdistanê û tawanên Komara Îslamî ne.

#Pajman_Fatihi

#Mohsen_Mezhloum

#Mihemed Fermerzî

#Wafa_Azerbar

Dîkator bi xwîna azadîxwazan têhnî ne lê ew xwîn yê rojekê wan bixeniqîne.