Hevserokê Şaşa Nivîsgeha Têkiliyên Siyasî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Herêma Firatê Bekir Hec Îsa, der barê êrişên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bicihkirina milyonek penaberên Sûriyeyî nirxandin kir.
Bekir Hec Îsa ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û anî ziman ku armanca êrîşan û bicihkirina penaeran bi hev ve giredayî ye. Îsa, anî ziman ku êrîşên artêşa tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûriyê pêk tîne, bi projeya niştecihbûnê ve girêdayî ne û wiha got: “Ew proje li dijî kurdan a herî xeternak e heta ji siyasetên Partiya Baasê jî xeternaktir e. Em alîgirê vegera milyonek penaberên sûriyeyê ne. Lê ne ku vegerin herêmên din. Divê vegerin malên xwe û herêmên jê koçber bûne. Divê sûriyeyî nebin qurbanên fikrên rayedarên tirkan û baş bizanin ku xwediyên rastîn ên malan dê rojekê lê vegerin.”
‘Penaberan ji bo armanca xwe bikar tîne’
Bekir Hec Îsa diyar kir ku dewleta tirk penbarên sûriyeyê yên li Tirkiyeyê bi kar tîne û wiha axivî: “Ji destpêka krîza Sûriyê ve hikumeta Tirk a faşîst vê planê pêk tîne. Penaberên sûrî weke belgeyekê ji bo pêkanîna berjewendî û armancên xwe yên şexsî bi kar tîne. Ev tişt ji destpêka krîza Sûriyê heta roja îro ve eşkere ye. Em şoq dimînin, çawa gelê Tirkiyê û penaberên sûrî bi van planan tên xapandin.”
Hec Îsa destnîşan kir ku hikumeta Tirkiyê bi vegera hin penaberan re gelek armancan pêk tîne û ev tişt anî ziman: “Ji aliyekî ve dewleta tirk şer di navbera sûriyan de çêdike û ji aliyekî din ve dengê gelê Tirkiyê qezenc dike. Ji bo dewleta tirk qezenckirina dengê gelê Tirkiyê girîng e. Ji bo me jî weke Kurd, me ji sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de sirgûn dike.”
Bekir Hec Îsa bang li partiyên siyasî kir û wiha got: “Neyên lîstokên fikrên berpirsên tirkan û li kêlek gelê xwe bin. Dewleta tirk a dagirker ne tenê şerê partiyekî dike. Lê şerê gel tevahî dike. Tiştê li Efrîn û herêmên dagikirî pêk tên, nîşaneya vê yekê ne.”
Hec Îsa da zanîn ku guhartina demografiya herêmên dagirkirî, revandin, talankirin û dizînê li pêş cîhanê têne kirin.
Bekir Hec Îsa di dawiyê de û got: “Ev serdem lawzan qebûl nake. Gelê me bi hêza xwe li hember çi êrişan xwe îsbat kir.”