Tê zanîn ku mirovan di serdemên kevnar de amûrên kevir, tûnç û yên mîna wan, ne tenê ji bo nêçirvaniyê bi kar dianîn, di heman demê de li dijî hev jî bi kar dianîn. Têkildarî vê yekê heta niha gelek belge di lêkolînan de eşkere bûn.
Daneyên ku li Sûdanê ji aliyê arkeologan ve hatin dîtin weke delîlên şer ên herî kevn tên qebûlkirin. Ev bermahiyên ku beriya 13 hezar 400 salî yên li peravê Nîlê hat dîtin nîşan dide ku komek mirov di nava şer de ne.
Di serdemên kevn de bi piranî bûyerên tundiyê di asta hevxwarinê de diqewimîn. Zanyaran derbarê vê de heta niha daneyên ku peyda kirine pir kêm in. Li gorî zanyaran, şer li nava kabîleyê yan jî şer di navbera qabîleyan de zêde rû nedidan.
Lê belê bermahiyên beriya 13 hezar û 400 salî yên ku li Sûdanê hatin dîtin zanyaran matmayî hişt. Arkeologan ev bûyera ku weke şerê destpêkê yê rêxistinkirî tê pênasekirin, lêkolîn kirin. Di encamê de çekên ku mirovan di şer de li dijî hev bi kar dianîn peyda kirin.
Şaristaniya Neolîtîkê ya 14 hezar salî
Li herêma Jebel Sahaba ya li ser sînorê Misir û Sûdanê Şaristaniya Neolotîkê beriya 14 hezar salî dest pê kir. Di vê demê de ku cîhan ji serdema qeşayê derket û derbasî nava pergala avhewaya nû bû, gelek civak li vê herêma qiraxa Nîlê diman. Piraniya van civakan jî karê nêçirvaniyê û masîgiriyê dikir.
Li vê herêmê li ser 61 daneyan lêkolîn hate kirin. Di encama van lêkolînan de hat eşkere kirin ku li serî û bedena mirovan şopa lêdana kuştinê heye. Zêdeyî nîvê van derban jî bi rimê hatiye kirin.
Li gorî pisporan, şerê li vê herêmê ne şerekî mezin bû, lê şerekî wisa bû ku gelek caran diqewimî.
Di şer de ne tenê jin û mêr dibûn hedef, her wiha êriş li dijî zarokan jî dihate kirin. Her wiha zanyar diyar dikin ku di şer de jin û mêr bi hev re tevlî şer dibûn.