Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) li navçeya Pasûrê ya Amedê 16 endamên Tevgera Azadiyê yên ku di dîrok û demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, li gundikê Zeyna Pîrê yê navçeya Pasûrê bi bîr anî.
Di bîranînê de endam û rêveberên MEBYA-DERê, DEM Partî, DBP, TJA, Dayîkên Aştiyê, Komeleya 78an, TUAY-DER, Hevşaredarên navçeyê û gelek kes tev li bîranînê bûn. Li cihê bîranînê mûm hatin pêxistin û qerenfîl danîn ser maseyê. Girseyê dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kir. Piştre dua û fatîhe hatin xwendin û ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin.
Di bîranînê de mewlûd hate xwendin. Piştî xwendina mewlûdê sînevîzyon hate nîşandan. Her wiha malbatan li ser navê Zeynel Bayram parka bi navê “Warê Tutan (Zarokan) ê Zeynel Bayramî” ji bo zarokên gund vekirin.
Hevseroka MEBYA-DERa Amedê Gurbet Sevîktek di bîranînê de axivî û wiha got: “Em wan bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Serê malbatên me û Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan sax be. Em hemû bi mîrasa vê têkoşîna giranbûha mezin bûn. Em bi şehîdên xwe serbilind in û em ê her xwedî li şehîdên xwe derkevin û li ber xwe bidin.”
“Alladîn (Hîkmî Yildenîz), Çiya (Mekî Bayram), Servet Bayram, Şîrîn Bayram (Kujer nediyar), Evrîm Andok (Azîze Bayram), Rodî Piling (Abîdîn Bayram ), Devrîm Amed (Hêvîdar Turk), Rêber Andok (Mehmetşah Yildenîz), Evrîm Amed (Ayşe Bayram), Alladîn Amed (Serhat Bayram), Şemsettîn Bayram (Bi mayîna dewletê), Mahsûn Bayram (Bi mayîna dewletê), Sînan (Şakîr Bayram), Pîro Amed (Şebap Bayram) Dilzar Rêber Andok (Rojbîn Sonmez) û Laşer Lîs (Zeynel Bayram).”
