9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Li Parîsê şoreşa jinan hat gulebarankirin

Kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê, ne kuştineke ji rêzê ye. Ev êrişa ku pêk hat li dijî paradîgmaya azadiya jinan, hişmendiya jineolojiyê û têkoşîna jinên kurd pêk hat. Ji ber vê yekê ev êriş ne êrişeke ji rêzê ye, êrişeke îdeolojîk e.

9ê çileyê 2013an, Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ji aliyê Omer Guney ve hedef hatin girtin. Ev hedefgirtin ne hedefgirtineke ji rêzê bû. Ew guleyên ku hatin berdan encama êrişa bi pergal a hişmendiya mêrperest a ku têkoşîna azadiya jinan wek gef dibîne. Hişmendiya ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hedef girt bi vê hişmendiya xwe xwest derî li têkoşîna jinan û pêvajoya aştiyê bigire ku Abdullah Ocalan dixwest bide destpêkirin .

Sakîne Cansiz di paradîgmaya azadiya jinan de werçerxeke dîrokî bû. Wê di serdemeke wisa de serî rakir ku jin wek îrade nedihatin dîtin û tenê rola piştgiriyê li dihat barkirin. Di vê pêvajoyê de got ‘rola min ne tenê piştgiriya hevalên mêr e, ez bi têkoşîn û hêza xwe dikarim pêşengiyê bikim.’ Bi vê biryardariya xwe wek jinek wêrek di nav koma avaker a PKKê de cih girt.

Di pêvajoya ku hat girtin de serî li ber êrişên Esat Oktay Yildiran netewand. Wê di nav îşkenceyên mêran de nûneriya jinên têkoşer kir û çok li ber polîtîkayên tunekirinê dananî. Vê sekna wê hêrsa dijminên wê mezintir dikir. Her ku êrişên li ser zêde dibûn wê bihêztir li ber xwe dida. Têkoşîna ku wê dida, hem li nav çar dîwarên girtîgehê hem jî li derveyî girtîgehê olan dida. Dijminên wê têkoşînê digotin qey dema jiyana wê bi dawî bibe dê têkoşîna wê jî bi dawî bibe. Ji ber vê yekê bû ku li Parîsê ew kirin hedef. Lê tişta ji bîr kiribûn ev bû; têkoşîna ku Sakîne Cansiz da û di ruhê her hevalên naskir de tovê wê têkoşînê reşandin, mirin têk bir û îro di têkoşîna hemû jinan de dijî.

Fîdan Dogan a ku li Ewropayê kar û barên dîplomasiyê bi rê ve dibir, wek jineke ciwan dixwest di qada siyasetê de ku bi hişmendiya mêrperest dihat birêvebirin de rengê jinan bide xuyakirin. Hebûna wê ya di qada dîplomasiyê dida nîşan dida ku têkoşîna jinên kurd ne tenê di qadên teng an jî heremî de tê meşandin.

Hebûna Fîdan Dogan a li Ewropayê ji bo hişmendiya mêrperest ne tenê têkoşîna jineke ji rêzê bû. Fîdan Dogan bi têkoşîna xwe ya azadiyê re bûyer belge dikirin û li qada navteweyî doza mafê gelê xwe dikir. Ji bo di şexsê Fîdan Doganê de li vê qadê dengê jinan neyê bihîstin, 9ê çileyê li Parîsê bû hedefa dîplomasiyeke qirêj a navdewletî.

Sakîne Cansiz yek ji pêşenga dozê bû, Fîdan Dogan parastvana dozê ya di qada navneteweyî de bû Leyla Şaylemez jî pêşeroja vê dozê bû. Leyla Şaylemez bi ciwanî, dînamîzm û rêxistinbûna xwe nûneriya pêşerojê dikir. Ev rewşa wê ji bo pergala mêrperest xetereyeke mezin bû. Ji ber ku wê xwe tim dikaribû nû bikira û dikaribû têkoşîna jinan a heyî ji nifşên nû re ragihanda. Ji ber vê yekê hedefgirtina wê hedefgirtina pêşerojê bû.

Dema em bi vê perspektîfê lê binêrin dibînin ku li Parîsê tenê sê jin nehatine hedefgirtin, di heman demê de dîroka jinan, azadiya jinan, xweparastin, jiyan û veguherîna civakê jî hedef hatiye girtin. Sakîne, Fîdan û Leyla jî li dor van xalan kom bûbûn. Ji ber vê yekê êrişa li dijî wan ji êrişa kesek wêdetir êrişeke pergalî ye. Lewma girtina dosyaya wan ne tiştek hêsan e. Heke kuştina her sê hevalan were aşkerekirin dê rûyê kujeriya dewletê jî were aşkerekirin.

Lewma kuştina Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê, ne kuştineke ji rêzê ye. Ev êrişa ku pêk hat li dijî paradîgmaya azadiya jinan, hişmendiya jineolojiyê û têkoşîna jinên kurd pêk hat. Ji ber vê yekê ev êriş ne êrişeke ji rêzê ye, êrişek îdeolojîk e.

Ji ber vê yekê bîranîna wan jî ne bîranîneke ji rêzê ye, erkeke şoreşgerî ye. Meşa ku li ser mîrateya wan tê meşandin dê xeyalên wan nêzî pêkanînê bibe. Ji ber ku doza kuştina wan li salonên dadgehan hatin girtin û êdî ne pêkan e ku li vir hesab bê pirsîn êdî erka herkesî ye ku paradigmaya azadiya jinan jiyanî bike.