20 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Pakistanê nêzî 400 kes mirin

Li Pakistanê ji Pêncşema bihurî û vir ve di encama barana musonê ya dijwar de nêzî 400 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Saziya Rêvebiriya Karesatên Neteweyî (NDMA) ve hatin danîn, di encama barana musonê de herî kêm 393 kesan jiyana xwe ji dest dane. Lêgerîna ji bo dîtina cenazeyên ku hîn jî di bin axê de ne didome. NDMAyê, ragihand ku li Eyaleta Xeyber Pakhtunkhwa ku li ser sînorê Efganistanê ye 356 kes mirine. Ji 26ê Hezîranê û vir ve bi giştî 706 kes li welêt ji ber baranên musonê mirine. Tê payîn ku baran heta nîvê Îlonê dewam bike. Serokê NDMAyê korgeneral Înam Haider, diyar kir ku baran li gorî par ji sedî 50-60 zêdetir bûye. Pisporan, destnîşan dikin ku Pakistan ji ber guherîna avhewayê her ku diçe ji karesatên wekî lehiyê, teqîna golên qeşayî û hişkesaliyê re, xeternaktir dibe.