28 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Pakistanê êrîşên li dijî belûçan didomin

Saziyên mafên mirovan diyar kirin ku windahiyên bi zorê û înfazên bêdaraz ên li hemberî Belûcên li Pakistanê dewam dikin û bang li hemû saziyên navneteweyî bi taybetî NY kirin ku bikevin nava tevgerê.

Li Pakistanê êrîşa dewletê ya li dijî protestoyên ku ji aliyê belûçên Îslamabadê ve hatin organîzekirin didome, windahiyên bi darê zorê û înfazên bêdaraz hê jî di pratîkê de ne. Di daxuyaniya Komîteya Yakcîtî ya belûç (BYC) de hat ragihandin ku di roja 11emîn a çalakiya protestoyî ya li dijî windakirinên bi zorê yên li Îslamabadê de, ji bo xwepêşandêran tu mercên însanî nehatine peydakirin. Li gorî BYC’ê li gel ku ji ber hewaya germ êş dikişand jî destûr nehate dayin ku jin û zarok û extiyar kampê ava bikin û qada protestoyê bi otobûs û têlan hatiye dorpêçkirin. Xwepêşandêr ji mafê xwe yê bingehîn ê stargehê bêpar hatin hiştin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê li gel karmendên îstixbaratên sivîl destdirêjî li xwepêşanderan kirine û ciwan jî bi vîdeoyê hatine tomarkirin û malbat hemû rêya malên xwe şopandine. Hat gotin ku ev rewş bi armanca belavkirina xwepêşandanê bi zanebûn hatiye pêkanîn.
Rêxistineke din a mafên mirovan a bi navê Beluc Voice for Justice (BVJ) êvara 25ê tîrmehê ragihand ku beluçê bi navê Muslum Dad ku li Zanîngeha Karaçiyê felsefe dixwend, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi zorê hatiye windakirin. BVJê diyar kir ku xwendekarên beluç ê ku ji ber nasnameya xwe ya etnîkî dibin hedef, ne tenê hebûna wan a fîzîkî di heman demê de li ser rewşenbîriya wan jî zordarî tê kirin. Hat destnîşankirin ku ev rewş hem li dijî mafên mirovan e, hem jî li dijî azadiya akademîk e.
Rêveberiya Mafên Mirovan a Tevgera Neteweyî ya Belûçistanê ragihand ku Abdul Rehman ê ji Barkanê di 15ê tîrmehê de, Îmran Belûç ê ji Keçê jî di 27ê hezîranê de ji aliyê artêşa Pakistanê ve hatibû revandin. Berdewamkirina nûçeyên her du kesan nîşan dide ku windakirinên bi darê zorê bûne pêkanîneke sîstematîk.
Herwiha bibîr xist ku Mezar Belûç ê ji herêma Awaranê, piştî ku di 21ê tîrmehê de bi zorê hat windakirin, îşkence lê hat kirin. Hat bi bîrxistin ku di sala 2020an de hat berdan, ev 5 sal in bi awayekî nehiqûqî hatibû girtin. Hat ragihandin ku Mezar Belûç ê piştî hat berdan bênavber dihat şopandin, di 21ê tîrmehê de careke din ji aliyê rayedarên leşkerî ve hat gazîkirin û piştre winda bû û hat ragihandin ku heman êvarê bi guleyekê mirî hatiye dîtin BYCê diyar kir ku Mezar Belûç ji aliyê ekîbên mirinê yên bi desteka Pakistanê ve hatiye kuştin. Rêxistinên mafên mirovan ên bang li raya giştî ya neteweyî û navneteweyî kirin, xwestin ku ev binpêkirinên sîstematîk ên li Belûçistanê bi lezgînî werin sekinandin û hemû mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî bi taybetî jî Neteweyên Yekbûyî tavilê bikevin nava tevgerê.