12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Omeryanê şer heye

Li herêma Omeryanê ya girêdayî navçeya Nisêbînê ku walîtiyê wekî “Herêma ewlehiya taybet” ragihandiye, şer derket.

Li Herêma Omeryanê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê walîtiyê 4 gund weke “Herêma ewlehiya taybet” ragihandiye. Piştî leşker derketin qadê û dest bi lêgerînê kirin, şer derket. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku piştî leşker derketin operasyonê dengê çekan tê û şer derketiye. Hat îdiakirin ku di pevçûna şevê din li çoltarê Talatê derketiye de endamekê HPG’ê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bûye.

Şerê li herêmê didome. Hate gotin ku cenazeyê kesê tê îdiakirin jiyana xwe ji dest daye anîne morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.