28 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Nisêbîn û Qoserê ji bo du şehîdan sersaxiyên girseyî

Ji bo gerîlayên HPGê Mahsûn Denîz (Egîd Şêr) û Hidir Sevgî (Rûbar Qamişlo) ku di sala 2018an de li qada Avaşîn a başûrê Kurdistanê tev li karwanê şehîdan bûne, li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê sersaxiyên girseyî hatin lidarxistin.

Rêveberên DEM Partî, DBPê û gelek welatî beşdarî sersaxiyên ku bi pêşengtiya MEBYA-DERê hatine lidarxistin, bûn.

Tevî ku polîsan xwest li dijî meşa ber bi mala şînê ya li Nisêbînê bibin asteng jî girseya gel bi berzkirina dirûşmeya; ‘’Şehîd namirin’’ meşa xwe temam kir.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku wê bîranîna Mahsûn Denîz zindî were hiştin û parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş da zanîn ku ew ê xwedî li pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, derkevin.

Bavê şehîdî Remzî Denîz jî got: ‘’Egîd bes ne şehîdê me ye, şehîdê hemû gelên li Kurdistanê ye.’’

Girse piştre derbasî sersaxiya ji bo Hidir Sevgî hat lidarxistin, bû. Li vir jî merasîmê bi rêzgirtin û xwendina sirûda ‘’Çerxa Şoreşê’’ dest pê kir û hevserokê MEBYA-DERê Salîh Kûday da zanîn ku ew ê xwedî li têkoşîna aşitî û civaka demokratîk derkevin û got ku ew ê bibin şopdarên xeyalên Hidir Sevgî.

Nûnerên DEM Partiyê diyar kirin ku têkoşîna azadiyê, têkoşîna gelan e û bavê şehîdî Mahmût Sevgî spasiyên xwe li kesên ku beşdarî sersaxiyê bûne, kirin.