Li Tirkiyeyê, ji 1980’yî ve bi hezaran kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên tarî ve hatine kuştin û kujerên wan derneketine holê. Ev qiyameta kuştinê di salên 1990’an de derket asta herî jor. Rojane bi dehan kes li kuçe û kolanan bê sûc û qebehet dihatin kuştin. Bêguman ev qiyamet li bajarên kurdan bû û rojane mirin diket para kurdan. Ne tenê li bajarên kurdan li bajarên cuda yên Tirkiyeyê jî ev qiyamet hebû. Lê ji bo kurdan tu ferq tunebû. Lewre tenê erdnîgarî diguherî yên dihatin kuştin dîsa piraniya wan kurd bûn.
Bi kurdan re hin kesên demokrat û xwedî wijdan jî dibûn qurban guleyên xwedî (nas)nenas. Hê jî birînên van guleyên li dil dayik û bavan vebûne, rehet nebûne. Ewqas sal derbas bûn û li ser gelek nîqaş hatin kirin jî mêjiyê dilê dayik û bavên kurd dax dike neguheriye. Ev mêjî di van rojên vîrûsa koronayê de jî li ser kar e û li xaka kurdan di nav tevgerê de ye. Di nav hefteyê de ciwanê bi navê Dewran Dînç ku gelek ji sûrên Amedê hez dikir û hê 21 salî bû, li cihê gelek jê hez dikir, leqayî vî mêjiyê gemarî yê mirovên kurd ji xwe re dike qurban hat.
Kuştin ne qedexe ye!
Dewran Dînç, di 30’yê nîsanê de ji bo derman ji kalê xwe re bibe, ji malê dertê û careke din venagere malê. Dewran, piştî ku derman ji kalê xwe re dibe, li gel ku pirîka wî dixwaze jê re xwarinê çêbike jî, li mala wan namîne û diçe ser Sûrên Amedê ku gelek ji wan hez dikir. Ev roj, di heman demê de roja destpêkirina qedexeya derketina derve ya qaşo ji bo parastina mirovan a ji mirina vîrusa koronayê bû. Balkêş e, ji bo ku mirov bi vîrusê nemirin qedexe hebû lê ji bo bi îşkence û derpkirinê neyên kuştin tunebû.
Heta saetên qedexe dest pê dike jî deng ji Dewran nayê. Melûme ji ber ku ji kurdan re windakirin û kuştin timik li peyasê ye piştî destpêkirina qedexeyê malbat dikeve nav fikaran û dertê lêgerîna Dewran. Ji ber ku guman dike kurê wî di destê polîsan de ye, heta 4 rojan bavê Dewran qereqol bi qereqol digere û pirsa Dewran ji polisan dike. Lê ji ber ku Dewran ji roja destpêka windabûna xwe ve bi îşkenceyê hatiye kuştin, ji polîsan tu bersiveke erênî ku dilê wî xweş bike nagire.
Pirs û gumanên tên kirin
Dewran, roja winda dibe bi çend metreyan dûrî nuqteyên kontrolê ya polîsan bi îşkenceyê tê kuştin û cenazeyê wî di nav Sûran de li cihekî miftekirî tê veşartin. Lê li gel hemû pirsîn û serlêdanên malbatê jî cenazeyê Dewran ê bi çend metreyan dûrî polîsan ji aliyê polîsan ve nayê dîtin. Ev jî dibe sedema pirs û gumanan. Tê gumankirin ku Dewran ji aliyê polîsan ve bi îşkenceyê hatiye kuştin. Dîtina cenaze ya li cihê miftekirî jî vê gumanê xurt dike. Lewre cihên Sûrê yên miftekirî ji aliyê polîsan ve hatine miftekirin.
Di rewşên wiha de dema malbat ji bo xizmên xwe serlêdana windabûnê dikin, polîs yekser dikevin nav lêgerînê û hemû derfetên di destê xwe de bi kart tînin. Gelo ji ber ku Dewran ji aliyê wan ve hatiye îşkencekirin, bavê Dewran qereqol bi qereqol gerandine? Heke wiha nebe çima serlêdanên bavê Dewran ên ji bo lêgerînê wî lê zivirandine û li Dewran negeriyane? Temenê Dewran kirine hincet û lê negeriyane. Gelo polîsên Amedê tenê dema zarok winda dibin lêgerînan dikin? Mifteyên cihê Miftekirî yên sûrê ji bilî polîsan bi kesên din re hene? Heke tunebin cenazeyê Dewran çawa kirine cihê miftekirî?
Ken û bîranîn man
Lê li gel van pirs û gumanan jî ji aliyê rayedarên dewletê ve têkildarî kuştina Dewran tu daxuyanî nehat dayîn. Biryar hat dayîn ku encamên otopsiya Dewran jî heta 2 mehan bê dayîn. Ev yek jî nîşan dide ku wê kuştina Dewran jî bikin nav kuştinên kujerên wan nayên zanîn. Bi vê encamê weke bi hezaran dayik û bavên kurd, ji dayik û bavê Dewran re jî tenê rûyê wî yê bi ken û bîranînên wî yên bi tembûr û muzîk man.