12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li nexweşxaneyeke Silêmaniyê 3 hezar nexweşên penceşêrê hene

Rêveberê Nexweşxaneya Hîwa Dr. Yad Neqşebendî diyar kir ku di nava 10 mehên borî de 5 hezar 866 kesan serdana Nexweşxaneya Hîwa kirine û ji vana 3 hezar û 151 kes bi nexweşiya penceşêrê ketine.

Îro li ber Nexweşxaneya Cemal Hacî Elî ya Silêmaniyê ku taybete bi nexweşên peneceşêrê, di civîneke çapemeniyê de amarên 10 mehên borî ya kesên bi nexweşiya penceşêrê ketine hat eşkerekirin.

Di civîna çapemeniyê de Rêveberê Nexweşxaneya Hîwa, Dr. Yad Neqşebendî axivî û got: “Di sala 2023’yan de 3 hezar 356 nexweşên penceşêrê hatibûn tespîtkirin û 6 hezar 442 testên giştî hatibûn girtin.”

Dr. Yad diyarkir ku di 10 mehên borî de jî bi giştî 5 hezar 866 testên nexweşiya penceşêrê hatine girtin, ji vana 3 hezar 151 kes bi penceşêrê ketine.

Dr. Yad Neqşebendî diyarkir ku ev amar ya hemû kesên ku ji Silêmanî û parêzgehên din ên Herêm û Iraqê hatine ye.