12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Newala Guran şeva tarî

Selahattin Çam

Havîn qediyabû, germa wê jî hêdî hêdî hukmê xwe wenda dikir. Bi şev êdî ne li binê şaxan û li ber kepiran, şêniyên kepiran xwe davêtin starên kepiran û hundirê goman. Xwe ji serma şevên payîzê bi lihîfên ji hiriyê diparastin. Di bin nivînên germ de xwe ditelandin; heta sibê ku rojê dinya germ dikir. Li kepiran qaryole û somye tune bûn. Nivîn li erdê radixistin û hemû li ber hev radiketin. Ji qewlê xalê Sîpan mîna termê bexîlan li gel hev xwe dirêj dikirin.

Dîsa şeveke ji wan şevên payîz a dirêj û sar bû. Malbata xalê Sîhac jî di hundirê kepirê de, xwe di bin nivînan de bi cih kiribûn û dest bi sohbetê kiribûn. Sîhac ji kurê xwe yê ku yê îsal biçûya pola çaran Sertac re got: “Kurê min êdî payîz hat, wexta ser rezan e. Sibe êvarî pez neyîne nav kepiran, bibe rez. Em ê jî li wir bin.” Diya Sertac xaleta Sêcanê: “Ev tefal roja ku mekteb tehtîl bûye heta niha bû sê meh, bi şev û roj li ber pez e. Ne şeva wî şev e; ne roja wî roj e. Postê canê wî to bû. Destek goşt e, sebiyê min. Tu doza çi lê dikî? Bihêle bila hinek bêhna xwe berde.”

Xalê Sîhac: “Hefteyeke jî em ê li ser rez bin. Ê jixwe dibistan vebe, wê here xwendina xwe.” Xalta Sêcanê: “Ez nizanim, divê kurik hinek bîna xwe berde. Şivaniya ku kir bes e.” Piştî vê diyalogê his ji dê û bav bilî. Bû xirexira bav û fişefişa dê, tev ketin xewa giran.

Sertac di bêdengiya şevê de, ket nav xeyalên bêdawî. Li ser rez dixwarin tiriyê mezrûmî û kebaba ji goştê bizina stewr. Fikirî û xwe bi xwe got: “Gelo çima bizinên stewr şerjê dikin. Ji ber ku kar nedianiya ew ceza dikirin? Lewra jinên ku zarok ji wan re nedibûn jî kesê ji wan hez nedikin û qedr û qimeta wan di nav civatê de tune bû. Qîz û bûkên gund li ber tenûrê û li ser şihîran ji wan re digotin zarok jê çênabin.

Ji van xeyalan derket û çû diyarê gund, ser sergoyê û dibistanê. Bi kêfa dilê xwe bi çirê û bi gogê dilîst. Ji nav vê bihuşta xweş, bi tiretira qamyona ku ketibû qiyama Sîhacê veciniqî û bi ser xwe ve hat. Hêj qamyonê qiyame xilas kiribû nekiribû, ji diyarê mehşêlê dengê kundê kor bilind bû. Bîstek guh da vî dengê bêyom û kete xewa giran.

Di şefeqa sibê de bi dengê dayika xwe ya dilhenûn şiyar bû, ji xewa şêrîn. Dengê Sêcanê li Zeviya Oto belav dibû: “Rabe berxikê diya xwe, rabe! Heywan di hevşe de birçî ne. Pez ber bi rez ve bajo; em ê jî li dû te bên.” Canê Sertac pê de giran bûbû. Nedixwest ji nav ciyan derkeve. Lê nexwest dilê diya xwe bihêle, çavê xwe firikand û ji nav nivînan derket. Ser û çavê xwe bi ava mesîn şûşt, hinek bên hat ber. Nanê ku diya wî qeymax li ser pehn kiribû, di destê wî de û bêxwestek mîna dev li canê xwe bike bi zor dixwarin. Bi qîrîna bavê xwe re ji cangiraniya xwe derket. Bavê wî bidengeke hişt got: “Dereng nemîne, pez bigire ber bi rez ve bibe! Îro neçe çem. Li derdora rez be. Li Entîcar av bide û êvarî bîne rez.” Nanê xwe hişt û pez da pêşiya xwe.

Dema keriya pez gihand diyarê Dara Qasan, hêj roj derneketibû. Berê xwe da Mecrefayê. Payîzan roj kin dibûn. Rojê xwe berjêr berdida û bi ser Mecrefayê re wek sîneyek zêrîn derdiket. Çavê wî li soraniya asoyê û ma li benda rojê. Roja xweşik ji ser rasta Mecerefayê bilind bû. Sertac li rojê mat ma. Rindî û bedewiya rojê aramî û dilfirehî dayê. Piştî ku roj bilind bû û derûdor ronî kir, berê pez da Çala Simaqan. Û li pey pez meşiya bêdil û bêhewes. Lewra pir westiyayî û bêxew bû. Di dilê xwe de fikirî û got: “Êdî wê zivistan bê. Ê şev dirêj bibin wek salan. Ê pîrika min, ji min re çîrokan bibêje. Ez ê bi çîrokên wê re têr û tije rakevim. Ji Diyarê Bênderên Melevêrdî li Tilê Nasiran, li Binê Poxingan, li Kaniya Biyê, li Xirabeyê Emerê Mûsa mêze kirû jiyana wî ya yanzdeh salî bi beza hespê xalê Sîpan di ber çavê wî re derbas bû. Bi van xewn û xeyalên xweş xwe gihand Diyarê Sîpanan nav rez. Li Gulemîran pez av da, li binê şaxên berû kir mexel. Wî jî bêhna xwe berda û ket xeweke kûr. Wexta bi xwe şiyar bû roj li berava bû. Pez li Xiraban, li Girê Mano hinek çerand û ber bi êvarê hat ber rez.

Sertac rojeke dirêj, bi zor û zehmetî derbas kiribû. Di tavahîva êvara pêşîn de, malbat tev li ber mehserê, li ber sîtila dimsê rûniştibûn. Û goştê bizina dikirin kebab. Maliyan tev bi hev re şiva êvarê dixwarin.

Roja berî înê pez li derûdora Entîcar çêrand û li ser Kaniyê av da. Roja înê bi zirîqên rojê re, berê keriyê pez da Xiraban. Û di Avrêjê re xwe gihand Aşê Cino. Aş hilweşiyabû û xirabe bû. Hinek li kevirê aşê nêrî û ber bi dehlê ve meşiya. Ket nav zerzewatên xirtandî. Bermahiyên tarûtûr xiyar, firingî, îsot berev kir û xiste tûrê xwe. Tûr avêt milê xwe û di nav gezên sor de Gola Pêrîn derbas kir, li ser Kanîsarka Gola Tûmas ava sar vexwar. Û bi riya xwe de çû. Li Tiya Derewîn pez hinek da seknandin; xwe da siya şax û jor da li binê zinar û Gola Pîvazan temaşe kir. Pezê malên jorîn kerî bi kerî di mexelê navarojê de cihê xwe girtibûn. Şivanan şîr kiribûn tasên çingo û di Kanîsarkê de dicemidandin. Wî jî lez da xwe û ji xwe re digot; hêj dest bi xwarina nan û şîr nekin ez xwe bigihînim wan.

Berê pezê xwe da binê zinarên mexel û hat ser Kanîsarkê. Ava sar a mîna ya Golên Ciman ku qeşa girtibû kişand hundirê xwe; dilê xwe hênik kir û ket nav şivanan. Tasa şîrê ku di Kanîsarkê de sar kiribûn û nanê tenûrê li ber wan bûn. Ew jî ket dora nan û şîr. Hemûyan bi hev re nan û şîrê xwe xwarin. Tevî ku xwarina wan qîmî wan nekiribû jî hevalê wan Ardo got: “Bes e, bes! Me bes xwar. Aniha em ê ava cemidî bi ser de vexwin; ê zik li me bibe def.” Piştî vexwarina ava sar berê xwe dan Gola Pîvazan.

Gol bi darên biyan û bi gezan hatibû pêçandin. Ava wê ya şîn a vekirî aramî û kêfxweşî didan şivanan. Hemûyan xwe çîp û rût kiribûn û bo avjeniyê amade bûn. Di serî de ketin rêzê û xwe ji ser zinarê bi ser golê ve bû diavêtin nav avê. Ji jor de mîna kapê gulekirî teqle didan xwe û bihêz dihatin xwarê. Di nav avê de kelebûtî dikirin; hev noqî binê avê dikirin. Demeke xweş, bi kêfa dilê xwe borandin. Dema lê varqilîn roj ber bi esrê ve çûye û dema alincê derbas bûye. Rabûn û her yekî berê keriyê pezê xwe da ciyekî. Hinek ber bi Pehnava Erdê Feto ve hinek ber bi Kevirê Bel ve çûn. Sertac jî berê pezê xwe da Newala Guran.

Di kaş û newalên kesk û şîn de li pey pez dimeşiya. Ne wî ji pez re serwerî dikir û pez ew li dû xwe kaş dikir. Lewra Gola Pîvazan ew pir westandibû û rewac tê de nehiştibû. Bi zor û zehmetî xwe kişand ser kûça Newala Guran. Li ser kevireke ku mîna sekuyekî bû rûnişt û ket nava seyr û temaşeyê. Berê xwe da bakur. Ji vir de Serêkaniyan, Aşê Mehmediyan, Kevirê Bel, Gola Qazî, Baniya Pehnik û Hêjîrik mîna kefa destê mirov dixuyan. Demek bi kêfa dilê xwe li wan dîmenên bihuştî mêze kir. Piştî ku ji vir têr bû berê xwe bi başûr ve kir. Li jêr deşta ku ceh û genimê wê hatibûn birîn, li dewsa wê ya zer û spî nêrî. Ji vir ji ser vê qûçê deşt wek behra spî gewr dixuya. Van dîmenan dilê wî fireh û hênik kir.

Sertac rojeke têr û tije, li gorî dilê xwe jiyabû. Lê li wê gorê jî westiyabû. Li pêşiya pez, di bin siya dara hevirzê de xwe dirêj kir û serê xwe da ser kevir. Xwestibû li vî cihê xweş hinek bêhna xwe berde. Qapaxên çavên wî giran bûn û ket xeweke kûr a bêdawî. Ji xewa şêrîn, bi êrîşkirina marê reş ji cihê xwe mîna gogê bilind bû, li dara hevirzê ket û hat xwarê. Li derdora xwe nêrî. Roj çûbû û tariya şevê xweza bi rengê xwe yê reş pêçandibû. Pez ew hiştibû bi riya xwe de çûbû. Ji tirs û xofê laşê wî nola tûra nava avê dileriziya. Nizanibû ku pez bi kîjan alî ve çûye. Bi çavên ku ji giriyê sor bûbûn û bi laşê xwe yê ku mîna hêlekanê dihejiya, berê xwe da Kela Kafiran û meşiya.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê