12 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Nepalê piştî xwepêşandanan serokwezîr îstifa kir

Serokwezîrê Nepalê KP Sharma Oli piştî xwepêşandanên li dijî qedexekirina medya dîjîtal û nelirêtiyê ku di encama destwerdana polîsan de 19 kes mirin, bi sedan kes birîndar bûn, ji wezîfeya xwe îstifa kir.

Oli ji serokkomarê Nepalê re nameyek nivîsî û got, “Ji bo çareseriya pirsgirêkan û çareseriya siyasî, ji bo tedbîr bi vê armancê bê wergirtin ez îro ji wezîfeya xwe ya serokwezîrtiyê îstifa dikim.”

Biryara îstifayê piştî çalakiyên şermezarkirinê hate dayin. Piştî ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan Wezîrê Karên Hundir Ramesh Lekhak jî îstifa kiribû.

Rayedarên nepalî diyar kirin ku di xwepêşandanên li dijî qedexekirina 26 platformên medya dîjîtal û nelirêtiyê de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan. Medya herêmî jî diyar kir ku herî kêm 200 kes birîndar bûn.

Piştî ku mirovan jiyana xwe ji dest dan Wezîrê Karên Hundir Ramesh Lekhak îstifa kir. Hate ragihandin ku piştî bûyeran sibeha sêşemê platformên medya dîjîtal ji nû ve hatin serbestkirin.

Amnesty International têkildarî destwerdana polîsan bang kir ku lêpirsîneke ‘tam, serbixwe û bê alî’ bê kirin.