16 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Nepalê dê hikûmet biguher e!

Li Nepalê çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî qedexekirina medya dîjîtal û nelirêtiyê destpê kir, di demeke kurt de veguherî krîza herî mezin a siyasî ya salên dawî. Li gorî çavkaniyên polîsan herî kêm 51 kes mirin. Li Nepalê dê ji bo avakirina hikûmeta demkî muzakere bên destpêkirin.

Li Nepalê piştî qedexekirina platformên medyaya dijîtal û nelirêtiyên di siyasetê de, xwendekaran dest bi çalakiyên protestoyî kiribûn. Piştî çalakiyan, Serokwezîrê Nepalê KP Sharma Oli îstîfa kir.  Li gorî nûçeya AFP’ê; dê îro serokkomar, fermandarê artêşê, serdadgerê berê Sushila Karki (73) û weke nûnerê çalakvanan Sudan Gurung bicivin. Serfermandarê Artêşa Nepalê Ashok Raj Sigdel, diyar kir ku piştî muzakereyên bi mebesta avakirina hikûmeta demkî dibe ku Karki weke serokê hikûmeta demkî were hilbijartin.

Çalakvanên ji AFPê re axivîn jî gotin ku hêviya wan ji guherînê heye û artêş li wan guhdarî bike.

Çi bûbû?

Di 5ê Îlonê de li Nepalê Facebook, X, YouTube jî di nav de 26 platformên medyaya dijîtal hatin qedexekirin. Biryar, piştî belavbûna kampanyaya “nepo kid” ku jiyana luks a zarokên siyasetmedaran û nelirêtiyan belav dikir, hate dayîn.

Biryarê, li seranserî welat rê li ber bertekên xwendekaran vekir. Çalakiyên protestoyî yên di roja duşemê de dest pê kirin, belav bûn. Ji ber çalakiyan, gelek wezîran û Serokwezîr KP Sharma Oli îstîfa kirin.

Di çalakiyên protestoyî de 51 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn. Zêdetirî 12 hezar girtiyan jî firar kir.