Li gorî medya Iraqê li parêzgeha Mûsilê gorek komî hat vekirin ku tê texmînkirin ew gor ya di dema komkujiya DAIŞê debe. Çavkaniyê ragihand ku danê siharê tîmên taybet li Goristana Xesfe ya Mûsilê gorek komî vekirine û tê gotin cenazeyê gelek kesên ji aliyê DAIŞê ve hatine qetilkirin têde ye. Li gorî heman çavkaniyê gora komî ya hatî vekirin, yek ji gorên herî mezin ya bi komî ye. Tê gotin dibe ku hestiyên di gora komî de hemû jî yên welatiyên êzidî bin ku di sala 2014an de ji aliyê çeteyên DAIŞê ve bi komî hatibin qetilkirin. Piştî ku hestî hatin derxistin, wê ji bo tespîtkirina nasnameyan bişînin tiba edlî ya Bexdayê.
Hêjayî gotinê ye çeteyên DAIŞê di sala 2014an de beşek mezin ji xaka Iraqê dagirkiribû û bi taybet jî berê xwe da bûn Şengalê. Çeteyan bi hezaran kes revandibûn û bi sedan kes jî qetilkiribûn. Hîn jî bi dehan gorên komî yên êzidiyan hene û nehatine vekirin.