Îro saet 02:25’an de li navçeya Hemdaniye ya Mûsilê bi hêza 4.3 pileyî erdhejek pêk hat. Erdhej li Hewlêrê û bajarên din ên li derdora Musilê jî hat hîskirin.
Li navçeya Hemdaniye ya parêzgeha Mûsilê, di saet di 02:25’an de erdhejek pêk hat, erdhej bi hêza 4.3 pileyî û 5 km di kûrahiya binê erdê de çêbûye. Navçeya Hemdeniyê 40 km dikeve başûrê rojhilatê Mûsilê. Navçe 100 km dûrî paytexta başûrê Kurdistanê Hewlêrê ye.