Li gorî ajansa SANAyê ya ser bi desthilata Şamê ve, li bajarê Minbicê yê di bin dagirkeriya Dewleta Tirk de teqîneke çêbû. SANAyê diyar kir ku di teqînê de kuştî û birîndar çêbûne.
Li gorî dezgehên ragihandinê, erebeyek bombekirî li ser rêya otostrad a li ketina başûrê bajarê Minbicê teqiyaye.
Li gorî hin agahiyan, di encamê de di teqînê de 15 kes hatine kuştin, hin dezgehên din jî destnîşan kir ku 18 kes hatine kuştin.