12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Minbicê agir bi zeviyên çandiniyê xistin

Artêşa tirk û hêzên wê yên paramîlîter zeviyên çandiniyê yên gundên rojavayê Minbicê şewitandin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêş tirk û hêzên wê yên paramîlîter agir ji bi zeviyên çandiniyê yên gundên rojavayê kantona Minbicê xistin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa tirk û hêzên wê yên paramîlîter ji saet 02.00’an ê vê sibehê heta 05.00’an agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên El Ulşlî  heta gundê El Bugaz ên rojavayê kantona Minbicê xistine. Hate gotin, ev jî bû sedem ku agir gur bibe û li piraniya zeviyên çandiniyê belav bibe û agirekî mezin li pey xwe hişt.