Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20ê tirmeha 2023yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobetê hatiye destpêkirin, bi koma 160an di roja 820an de didome. Merasîma dewirgirtina çalakiya nobetê li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê bi amadebûna gel û çalakvana bi deqeyek rêzgirtin hat destpê kirin.
Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 159an Kajîn Guzereşî daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Di serî de em silav, heskirin û girêdanên xwe yên bê dawî ji Rêber Apo re dişinin. Ev 27 salin Rêbertî di bin tecrîd û êşkencê de ye, li rûxmê vê yekê jî bi biryadariyek xurt, bi sebir û kelecan xebatên xwe dimeşîne. Li hemberî dewletê şerekî herî xurt bi destpêkirina banga aştî û civaka demokratîk re li her çar aliyê Kurdistanê û seranserî cîhanê, heta astekî xebatên xwe daye meşandin. Jixwe bi derketina vê bangê re çi erka ku bikeve ser milên me, emê pêkbînin.
Weke heval dizanin em di meha cotmehê de ne, di 9e Cotmehê de komploya navnetewî li dijî Rêber Apo destpê kir, ev kompilo di kesayeta Rêber Apo de li dijî kurdan, Kurdistanî û Rojhilata Navîn bû. Rêber Apo girtina xwe weke destpêkirina şerê sêyemîn yê cîhanê bi nav dike. Tiştekî wekî berê nemaye, hevsengiyên li Rojhilata Navîn hatine guhertin. Pergala gelek welatan hilweşiyaye. Dewleta Tirk bi komplo û komplogeran re jî nekariye doza gelê kurd bide tepisandin. Di encama komploya 9ê Cotmehê de diyar dibe ku komploger û dewleta tirk negihiştine armanca xwe. Rêbertî ev komplo vala derxistiye, niha di asta cîhanî de ji bo aştiya mayîn de têkoşîn dike. Li ser vî bingehî weke ku Rêbertî jî peyama xwe de wiha gotiye: ‘min heta niha ji bo azadiya xwe tiştek negotiye û ji niha şûnde jî tiştekî naxwazim. Hûn ji bo azadiya xwe têbikoşin, ger hûn azad bibin jixwe ezê azad bibim. Ji ber ku hûn ne azadin ez li virim.’ Em jî weke jinên ciwan, emê xeta Bêrîtan û Zîlanan bilind bikin û heta ku em xwe bigihînin azadiya Rêbertî. Heta ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nebînin, emê di nava têkoşîn û berxwedanê de bin.”
Piştî daxuyaniyê koma 160an çalakî dewirgirt û dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin.