Li Îranê ji dawiya kanûna 2025an ve li seranserê Îranê xwepêşandanên gel li dijî krîza aborî, xizanî û kêmbûna nirxê riyal didomin. Hêzên ewlehiyê êrîşî xwepêşanderan dikin.
Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, xwendekara bi navê Hestî Ghorbanî ya 16 salî, di 3ê Çileyê de li Meşhedê di dema xwepêşandnan de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û nayê zanîn wê birin ku derê.
Li aliyê din di xwepêşandanên ku li Şehriyarê didomin de, sê xizmên Îrfan Hazaeî ku di xwepêşandanên beriya niha de jiyana xwe ji dest dabûn hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de, xizmên wê yên bi navê Elaheh Hazaeî ya 39 salî û Setayesh Hazaeî ya 19 salî û Nazanîn Hazaeî ya 18 salî hene.
Heta ev nûçe hat amadekirin jî der barê çar jin û keçên ciwan û cihê girtina wan de tu agahî nehat bidestxistin. Xizmên kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane, bi taybetî beriya merasîmên bîranînê, binçavkirina wan, berê jî dubare bû. Hêzên dewletê vê yekê li ser malbatan weke zexta derûnî û rêbaza devjêberdanê didin bikaranîn.
Ev binçavkirina, di demek ku xwepêşandanên gel ketine roja 7an de û li gelemperî welat herî kêm li 72 bajaran didomin de hatin jiyîn.
Xwepêşandan, wek berdewamiya serhildanên di salên dawî de li Îranê hatin jiyîn e. Xwepêşander daxwaz dikin ku zext bi dawî bibin û şertên aborî û siyasî werin başkirin. Li gorî raporên mafên mirovan, di vê atmosfera bi rageşî de binçavkirina mirovên ku di navbera wan de zarokên keç, aktivîst û hemwelatî jî hene gelek zêde bûye. Ev rewş weke hewldanan şikandina îradeya xwepêşanderan, zexta li ser malbatên di çalakiyên berê de jiyana xwe ji dest dane tê nirxandin.
