18 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Li Mêrsînê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

Li Mêrsînê bi hezaran kes ji bo piştgiriya gelên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan û piştgirî dan Rêveberiya Xweser.. Li Êlih û Xarpêtê jî bi heman armancê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê bi armanca şermezarkirina êrişên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê meşek li darxist. Girseya li navçeya Şahînbeyê civiya bi seatan meşiya. Girseyê di meşê de ankarta, “Rojava tenê nîne, parastina Rojava parastina mirovahiyê ye, Rojava xeta me ya sor e” vekir û dirûşmeyên“Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Ciwan fedayiyên Apo ne” berz kirin.

Banga parastina Rojava

Piştî meşê Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca bi bîr xist ku gelê kurd di bin talûkeya komkujiyê de ye. Berihan Koca anî ziman ku li Tirkiyê îktîdar li şûna Kurdan biparêze alîkariya çeteyan dike û got: “Bi mifteyên berê hûn nikarin deriyên nû vekin. Bi polîtîkayên îmha û înkarê hûn nikarin pêvajoyek nû ava bikin. Li aliyekê hûn behsa tifaqa Tirk, Kurd û Ereban dikin û li aliyê din Kurdan qetil dikin. Em destûr nadin vê komkujiyê. Em dê Rojava biparêzin. Rojava deriyê çareseriyek bi rûmet a lli Tirkiyê ye. Divê êrişkar bizanibin ku Rojava ya me ye û em dê biparêzin.”

Piştî axaftinê girseyê bi slogan û çepikan piştgiriya xwe domand.

Êlih

Bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Êlihê li Kolana Gulistanê li dijî êrişên taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyê yên Helebê û rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan û meş li dar xistin. Di çalakiyê de parlamenterê DEM Partiyê yên Êlihê M. Ruştu Tiryakî, hevserokên DEM Partiyê, DBP, TJA, ARÎ-DER, OHD, ÎHD, MEBYA-DER, TUAY-DER, Egîtîm Sen, saziyên civaka sivîl û gelek kes tev li daxuyanî û meşê bûn. Girseya ku tev li çalakiyê bibûn pankarta “Rojava ne bi tenê ye, ciwan xwedî li Rojava derdikevin” hilgirtin û meşiyan. Di meşê de dirûmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “HSD gel e gel li vir e” berz kirin.

Parlamenter M. Ruştu Tîryakî axivî û wiha got: “Gelê Kurd 10 roj in li dijî komkujiyên ku têne kirin derketine kolanan û çalakiya nli dar dixin. Çawa ku em îro derketine kolanan, em ê her roj jî derên û bêjin ‘Bijî berxedana xwişk-biratiya hemû gelan’ û dengê xwe bilind bikin. Gelê Kurd bi salan e li kolanan û li çar aliyên cîhanê dibêjin aştî û azadî. Ji vir heta 10 roj berê jî ev meseleya Helebê tune bû. 2 roj beriya ku Heleb bikeve rojevê jî Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî hevdîtin kirin, dîsa ev tişt nehat rojeva wan. Piştî hevdîtinê êdî ev mesele derket holê.”

Piştî ku daxuyaniyê girse ji Kolana Gulistanê heta parka Yilmaz Guney meşiyan û çalakî li wir bi dawî kirin.

Xerpêt

Rêxistina DEM Partiyê ya Depê, li ber avahiya partiyê êriş şermezar kir. Di daxuyaniya ku tê de pankarta “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e, nayê teslîmgirtin” hate hilgirtin de, Hevseroka DEM Partiyê ya Depê Sema Atalan axivî. Sema Atalanê destnîşan kir ku bi çekên giran hedefgirtina qadên sivîl, li dijî gelên Kurd, Elewî û Ereb “hewlekê aşkera ya tunekirinê ye.”