Li bakurê Kurdistanê, rêveberiya şaredariyan piştî 31’ê Adarê ji destê qeyûm derket û ket desên rêveberiya DEM Partiyê, ji bo ku bigihêje ruh û dînamîzma xwe ya berê xebatên xwe bênavber didomînin. Li gor pêdivî û daxwazên gel çalakî û projeyên çandî, hunerî, civakî û binesaziyê tên lidarxistin û pêwendiya xwe bi gel re xurt dikin. Hemû navçe û bajar li gorî şert û mercên xwe, li gorî daxwaz û bendeweriyên civakê, li gorî plan, bername û nexşeya ku danîne pêşiya xwe xebatên xwe pêş dixin. Bi taybetî jî xebatên çandî, hunerî û zimanî derdikevin pêş. Di serdema qeyûman de ku talan û wêrana li ser çand û huner, wêje û zimanê kurdî kiribûn bi destên şarerdariyên gel, bi hişmendiyeke kurdewar, wekhevîxwaz û azadî parêz jinûve vedijê.
Bi pêşketinên xebatên wiha re rewşeke gelekî kêfxweş û bextewer diafirîne. Bêguman di vir de saziyên civakî yên çand, huner, wêje, ziman, heta saziyên siyasî û çapemeniya azad xwedî risteke sereke ye. Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî yek ji wan e ku li bajêr ji nû ve rih dide çalakiyên çandî û hunerî û bi gel re pêwendiyek xurt datîne. Çalakiyên şaredariyê ku bi armanca parastina bîra civakî û mîrasa çandî tên lidarxistin, ji hêla gel ve bi alaqeyek mezin tên pêşwazîkirin. Rojên Sînemaya Servekirî ku her hefte tên lidarxistin, rê li ber hevdîtina gel vedike. Filmên li ser jiyana rasteqîn a civakê ku ji aliyê derhênerên navdar hatine çêkirin tên pêşandan.
Rojên fîlman
Fîlmên ku her hefte roja înê di çarçoveya Rojên Sînemaya Havînê de ji bo gel tên pêşandan ji hêla gel ve bi alaqayek mezin tên pêşwazîkirin. Di çarçoveya çalakiyên çand û hunerê de fîlmên Behmen Qûbadî yê “Words With Gods (Axaftina bi Xwedayan re) û Dema Hespên Serxweş hatin nîşandan. Behmen Qûbadî di fîlmên xwe de çand, bawerî, jiyan û trajediyên kurdan vedibêje û realîzma civakî derdixe holê. Her wiha fîlmên “Du Ziman Yek Bavûl” ê ku Orhan Eskîkoy û Ozgur Dogan derhêneriya wê kirine, “Di Navberê De” yê ku Ali Kemal Çinar derhêneriya wê kiriye û “Navnîşan” ê ku Aram Dildar derhêneriya wê kiriye, encamên neyînî yên ku ji siyasetên asîmîlasyonê yên li hember Kurdan û zimanê kurdî derketine holê, wek neynika civakê derdixin pêşberî me.
Çanda dengbêjiyê
Di vê çarçoveyê de, çalakiya herî dawî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê “Şeva Çîrokên Muzîkal a Dengbêjan” pêş ket. Şeva Çîrokên Muzîkal ku bi armanca jiyandina çanda me ya qedîm li Sînemaya Servekirî hat lidarxistin ji hêla gel ve bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin. Çîrokbêj Ayhan Erkmen çîrokên “Derwêşê Evdî”, “Siyo Helîmcan”, “Bextê Emerê Hiso”, “Hesenê Mala Mûsa” û “Hedikê Qaso” vegot û dengbêj Hediye Kalkan û Kerîmê Jîrkî jî ev çîrok bi stranî stiriyan.
Kevneşopiya dengbêjiyê û çîrokên muzîkal ên dengbêjan ku kevneşopiyeke dewlemend a çanda kurdî ye, hem girêdanên gel bi rabirdûyê re xurt dike hem jî wan bi tecrubeyên çandî yên nû re dide hev.
Ev xebat û xebatên wiha wê bibe wek beşek ji biryardayîna parastina nasnameya çandî ya gel û zêdekirina gihîştina wî ya hunerê bê domandin. A pêwîst jî ew e ku çand, huner û diroka kurdî bê parastin.