12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Mêrdînê 4 başûrî hatin kuştin

Li bajarê Mêrdînê yê bakurê Kurdistanê, wesayîteke bi plaqeya Iraqê bi çekên lûle dirêj hate gulebarankirin. Di êrîşê de 3 kesên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Mêrdînê yê bakurê Kurdistanê, di encama êrîşeke çekdarî de 4 welatiyên başurê Kurdistanê hatin kuştin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, li gundê Qesra Serçixan ê di navbera navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê saet di 00.30’an de wesayîteke bi plaqeya Iraqê ji aliyên kesên nenas ve bi çekên lûle dirêj hatiye gulebarankirin.

Di êrîşê de gule li 5 kesên di wesayîtê de bûne ketine ku yek ji wan jina 70 salî ya bi navê Wahîde ye û yek jî kurê wê yê bi navê Abdûllah e. Her 5 kes jî ji bajarê Dihokê yê başûrê Kurdistanê ne. Yek jê jin 4 kesên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dane û kesek jî giran birîndar bûye.

Navê yek ji kesên jiyana xwe ji dest daye jî Ahmed Celaleddîn Îbrahîm e.

Li gorî nûçeyên êrîşkarên nasnameya wan nediyar bi wesayîtê ji cihê bûyerê reviyane.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cenderme sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê û birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.