Di çarçoveya lêpirsînekî Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya sala 2022’yan de daye destpêkirin, polîsan bi ser avahiyê Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê ( MED-DER), Payîz Pirtûk, Kooperatîfa Perwerdeyê ya Ziman û Hunerê û gelek malan de girtin. Di serdagirtina malan de gelek pirtûk û kovarên kurdî, hard-dîskên komputeran û meteryalên dîjîtal hatin desteserkirin.
Saziyên li Amedê xebatên çand û hûnerê didin meşandin bi MED-DER’a ku deriyê wê hatiye şikandin û gelek rêveberên wê hatine binçavkirin, ji bo piştevaniyê li MED-DER’ê bi boneya piştevaniyê ders dan. Di dersa ku Ma Music, KASED, Şanoya Bajar a Amedê û Komeleya Sînemaya Rojhilata Navîn dane de serdagirtin û binçavkirin hatin şermezarkirin.
Di dersa li avahiyê MED-DER’ê de hatiye dayîn de mijara ewil bû “Qirkirina Çandî”. Seroka KASED’ê Salîha Ayata dersa ewilê da û ev tişt gotin: “Wekî ku hûn jî dizanin hevalên me hatin binçavkirin. Zimanê kurdî tevî ku ne zimanê fermî ye, tevî ku ne zimanê nivîsê ye, xwe parast û heya roja me hat. Ji bo vê yekê têkoşînekî mezin hate dayîn. Her çiqas desthilat bêjin ku bi ser zimanê kurdî qedexe nîn in jî, li Tirkiyeyê tîpên x,w,q û ê qedexe ne. Kurd, ji Feqiyê Teyran heya îro zimanê xwe yê zikmakî parastin. Em wek kesên di xebatên çandê de cih digirin dê pênûsa hevalên xwe yên binçavkirî li erdê nehêlin.”
Ayata destnîşan kirin ku tekane sûcê kesên hatine binçavkirin, parastina zimanê kurdî ye û xwest binçavkirî demildest werin berdan. Ders bi berzkirina diruşmeya “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.
Piştî dersê koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar li baxçeyê MED-DER’ê ji kesên tev li dersê bûne re axaftinekî kurt kir û ev tişt gotin: “Divê em kurd vê yekê zanibin ku, êrişa duh hatiye kirin, dê ne ya dawî be, dê bidome. Feraseta nijadperest karê xwe dike. Haya ku 40 mîlyon kurd neyên kuştin, dê ev ziman bi dawî nabe. Zimanê kurdî zindî ye. Heke devê me girê bidin em ê bi zimanê xwe yê zikmakî bifikirin. Dixwazin zimanê kurdî krîmînalîze bikin. Em îro li vir in, dibe ku hevalên me werin girtin, dibe ku werin berdan jî lê belê bila vê yekê baş zanibin; Dê pênûsa mamosteyên kurdî li erdê nemîne. Dê her kurdek wek mamosteyekî kurdî li vê derê bixebite.”