27 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li meclisê diyalog li çiyê operasyon!

Li Meclisa Tirkiyeyê komîsyona ji bo çareseriyê hatiye avakirin. Lê li gel ku komîsyon ji bo çareseriyê bi nûnerên saziyên civakî û rêxistinên sivîl re hevdîtinan dike jî, artêşa tirk li çiyayên Kurdistanê operasyonên leşkerî didomîne.

Artêşa tirk li gel ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome jî dîsa li gelek herêman operasyonên leşkerî didomîne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 27ê Sibatê, banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Li ser bangê PKKê 1ê adarê agirbest îlan kir. Dîsa li ser bangê PKKê, 5-7ê gulanê, Kongreya xwe ya 12emîn pêk anî û biryara xwefesihkirinê da. Dîsa, 11ê tîrmehê, bi merasimeke bi heybet li pêş çavê dewletên cîhanê çek şewitandin. Lê tevî vê yekê operasyonên artêşa tirk ên li heremê didomin.

Operasyonên leşkerî didomin

Li gorî nûçeyên Ajansa Welat (AW), artêşa tirk, 20ê cotmehê, li herêma Bestayê ya Şirnexê dest bi operasyoneke leşkerî kir. Hat ragihandin ku operasyon hem li bejahiyê ye û hem jî hewayî ye. Helîkopterên şer jî tev li operasyonê bûn. Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî hatin bidestxistin; ji Şirnexê gelek leşkerên artêşa tirk berê xwe dane deverên Besta Hincê, Romaran û Mendîçelî yên bi ser herêma Bestayê ve. Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê operasyonên xwe di rûpelên xwe yên fermî de par ve dike. Li gor agahiyên çavkaniyan dane artêşa tirk di dawiya îlonê de li herêma Feraşînê jî operasyonek bejahî kir. Çavkaniyên herêmê jî diyar kir ku roja 14ê îlonê ji navçeya Elkê ya Şirnexê hêzên artêşa tirk çûne girewarên gundên Tangaxana û Melîxa û operasyonek li dar xistine. Derbarê encama vê operasyonê, ji ber ku çûna herêmê qedexe ye agahiyên berfireh nehatine wergirtin. 29ê îlonê, li çiyayê Bagokê tevgereke leşkerî pêk hatiye. Çavkaniyên ji herêmê me xwe gihand wan, dan zanîn ku ev tevgera leşkerî weke operasyonekê pêk hatiye û li derdora gundê Marînê yê di nav çiyayê Bagokê de ye, heya derengiya şevê berdewam kiriye.

27ê îlonê, Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê parvekirinek kir û got ku wan li bajarên weke Amed, Agirî, Wan, Çewlîk, Êlih, Çewlîk, Sêrt, Colemêrg û Şirnexê gelek operasyonên lêgerînê pêk anîne. Yerlîkaya di vê parvekirina xwe de qala herêmên operasyonê lê hatine kirin nake lê dibêje ku di van operasyonên lêgerînê de gelek cebilxane hatine bidestxistin. Herwiha Yerlîkaya di vê parvekirina xwe de pesnê artêşa tirk dide û dibêje operasyon dê berdewam bikin.

Xwezayê wêran dikin

Endamê Rêxistina CPTê Kameran Osman destnîşan kir ku ji serê meha îlonê ve leşkerên Tirkiyeyê, li herêma Zap û Avaşîn yn li herêma Amêdiyê dest bi birîna daran kiriye. Li gorî agahiyên ku Kameran Osman, bi Ajansa Mezopotamya (MA) re par ve kir, Tirkiye ji meha îlonê heta niha li herêmên Zap û Avaşînê daran dibire û ev agahî par ve kirin: “Rojane barê 95 traktoran daran dibirin. Li 120 gundên li pişt çiyayê Metînayê dar tên birîn. Darên tên birîn jî bi traktoran dibin Tirkiyeyê. Kesên daran dibirin ji Tirkiyeyê tên. Leşker wan diparêzin. Beşeke darên dibin Tirkiyeyê, dikin kursî, mase û hwd. û difiroşin Herêma Kurdistanê. Em jî kursî û maseyên ji darên me hatine çêkirin bi pereyên xwe dikirin. Hinek darên tên birîn jî dibin Wan û Şirnexê. Ev dar li baregehên leşkerî ji bo sotinê tên bikaranîn.”

Hêjayî gotinêye ku li gorî CPTyê, ji destpêka sala 2025an û vir ve artêşa tirk hezar û 696 caran êrişên leşkerî li Herêma Kurdistanê kiriye ku di encama van êrişan de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

HPG-NRÇê diyar kir ku artêşa Tirk li bakurê Kurdistanê li qadên Çewlîk, Amed, Herekol û Bestayê 14-15 û 19’ê Cotmehê operasyonên dagirkeriyê kir. Li aliyê din her roj balafirên şer ji Amedê radibin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê