DEM Partiyê Komcivîna xwe ya Meclisê li dar xist. Di civînê de wêneyê Endamê Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ku jiyana xwe ji dest da li ber kursiyê axaftinê hat bicihkirin.
Herwiha bi rasthatina 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî dowîzên bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên zimanê Kurdî li ser maseyan hatin danîn.
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî beşdarî civînê bûn.
Siyasetmedaran dowîzên bi nivîsên wek “Statuya Kurdî, Perwerdeya bi Kurdî”, “Kurdî hebûna me ye”, “Ziwanê mi welatê min o” û “15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” dan destê xwe.
Vê hefteyê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û geşedanên di rojevê de nirxand.