5 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Meclisa Tirkiyeyê zimanê kurdî dîsa hat astengkirin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, li Meclisa Tirkiyeyê dema bi kurmancî axivî mîkrofon lê hat girtin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik li Desteya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Sirri Sakik dema xwest bi kurmancî biaxive mîkrofon ji aliyê serokê meclisê ve lê hat girtin û axaftina bi kurmancî hat astengkirin. Li ser vê yekê Sirri Sakik nerazîbûn nîşanî astengkirina axaftina bi zimanê kurdî da.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî nerazîbûn nîşanî astengkirina zimanê kurdî ya li Meclisa Tirkiyeyê da û xwest dawî li vê astengî û qedexeyê were anîn.